Welatiyên Farqînê: Ji erd heta ezman ‘Na’ 2017-04-10 09:08:03 AMED - Hemwelatiyên Farqînî ji bo referandûma 16'ê Nîsanê sedemên xwe yên “Na” yê vegotin. Welatiyan diyar kirin ku ew li dijî hemû pêkanîn tunekirinê û zilmê, ji erd heta ezman dibêjin “Na” û gelek sedemên wan hene. Ji referandûma 16'ê Nîsanê re 6 roj man. Gelên li navçe û bajarên heremê dijîn, amadekariya biçin ser sindoqan û dengê “Na” bavêjin sindoqan dikin. Yek ji van navçeyan jî Farqîna Amedê ye. Welatiyên Farqînê diyar dikin ku ew ji bo bêjin “Na” amade ne û gelek sedemên wan ên “Na” hene. ‘JI ERDÊ HETA EZMAN NA’ Dayika 78 salî Remziye Sarunu, sedemên xwe yên ji bo çi bêje “Na” rêz kir û ev tişt got: “Em ê ji bo îşkenceya li ser girtiyan, tecrîta li ser Serokê me, qetilkirina ciwanan, xerakirina goristanan û bêtehamuliya li hember goran bêjin na. Em ji bo hebûn û nasnameyek azad dibêjin na. Ji xizankirinê re na. Em tenê hewcehî rehma xwedê ne. Encax em ji xwedayê tiala re tenê bêjin “erê” lê em ji şexsê wî mirovî re dibêjin na na na. Ev bû 15 sal e li ser desthilatdariyê ne. Ka ji bo me çi kirine. Em ji bo vî 15 salî re jî dibêjin na. Gunehê me di sitûyê ew kesên ku mohra xwe li “erê” bidin de be.” Sarunlu da zanîn ku ew ê ji vir heta erşê ezîm bêjin “Na” û wiha got: “Em hêj jî di bin wan malên ku bi tang û topan hatin xerakirin de dijîn. Em hene û berxwedan jiyan e. Bila herkes li berxwe bide û bêje na.” ‘JI XERAKIRINA BAJARAN RE NA’ Mele Hiznî Çalişici jî destnîşan kir ku tu sedemek wan ên bêjin “erê” nîne û wiha axivî: “Tenê sedemek me yê na wisa li ber çav xuya dike heye. Ew jî li ber çavan e. Em ê li dijî xerakirina Farqînê, Sûrê, Şirnex û Nisêbînê bêjin na. Na bûna me jî ji bo wekhevî, biratî û aştiyê ye. Em destê biratiyê dirêj dikin lê ew qebûl nakin. Em ê jî bêjin na.” ‘JI BO DAWÎKIRINA ZILMÊ NA’ Hemwelatiyê bi navê Hecî Alî Akyil yê 67 salî jî bal kişand ser zilma li ser wan tê meşandin û wiha vegot: “Êdî herkes her tiştî dibîne. Wa her tişt li ber çava ye. Ev zilma tê kirin qet nayê qebûlkirin. Ne di dînê îslamê de ne di tu wîjdanan de ev zilm nayê erêkirin. Ji bo ku berdewamiya zilmê ne dome em jî dibêjin na. Herkes şahidê zilma wan e û dibîne. Bila hemû gelê me destê xwe deyne ser wîjdana xwe û wisa dengên xwe bikar bînin. Ji bo ku bêtirîn nexweşiyên mezin neyên kirin û bêwîjdanî bi dawî bibe em dibêjin na.” ‘JI BO TECRÎTA LI SER GIRTIYAN RE NA’ Jina bi navê Şîrîn Dalkuş jî ev tişt got: “Li dijî zilma li ser gelê kurd, ji mêtingerî, ji bomberankirina xaka me re, êrîşên li dijî bajaran re na. Ev sedem ji bo na yê sedemek têr dike ye. Lê belê raste bi hezaran sedemên me hene. Lê ev mînakên min dan hemû tabloyê datîne ber çavê me. Ya herî girîng jî ew e ku ji bo zarokên me neyên kuştîn em dibêjin na. Ji bo azadiya girtiyan û tecrîta li ser wan rabe em ê bêjin na. Ji bo ku hemû cûre tundiya li ser jinê bi dawî bibe jî em ê bêjin na.”