Kedkarên perwerdehiyê: 'Erê' întihara welat e 2017-04-10 09:08:28 MÊRDÎN - Ji kedkarên perwerdehiyê ya hat îxrackirin Aslihan Sezer, diyar kir ku ger di referandumê de "Erê" derkeve dêpergala "Yek zilamî" têkeve meriyetê û ev ji bo welat întîhar e. Sezer xwest ji ber vê yekê her kes li "Na" xwedî derkevin. Ji referanduma Qanûna Bingehin a 16'ê Nîsanê re 6 roj man. Ji bo parastina sindoqan amadekarî tên kirin û banga çûna ser sindoqan dê kirin. Têkildarî encama referandumê ya "Erê" û "Na" Kedkarên perwerdehiyê û rêvebera Egîtim Sen'ê sedema "Na" vegotin Kedkara Perwerdehiyê ku hat ixrackirin Aslihan Sezer, diyar kir ku ger di referandumê de "Na" derkeve dê rojên xweş û baş pêş bikevin û ev pergala "Erê" dixwaze nakêje miradê xwe. Sezer, destnîşan kir ku ger "erê" derkeve dê pergala "Yek zilamî" bi ser bikeve û ev yek ji bo welat întîhar e û wiha got: "Ez û hemû derdora xwe dibêjin "Na." Ez hemû der û dora xwe di "Na'yê de îkna dikim. " Endamê Egîtîm Sen'ê Mustafa Berlî jî ani ziman ku ger hemû hêz û erk di şexsekî de kom bibe dê bibe wekî şivanê pezekî û de bi vî rengi hemû civakê bêdeng û bê vîn bihêle. Ev yek li dijî feraseta demokrasiyê ye. Divê gel tev li rêveberiyê bibe û xwedî erk û vîn be. Divê sazyên sivîl ên civakî xwedî hêz û erka biryarê be. Ev yek jî bi demokrasiyê pêkan e. Bi vê pergala serokdewletiyê ku dispêre me dixwaze rê li pêş demokrasiyê û hêza gel a rêveberiyê bigere. Em vê yekê qebûl nakin û dibêjin "Na".