Kiryar diyar e, lê dosye 'Kiryar nediyar e'! 2016-11-29 09:08:18 MÊRSÎN - Li Mêrsînê di dema protestokirina ji bo qedexeyên derketina derve yên li bajarên kurda de, Sedat Baranê 21 salî bûbû hedefa guleyên polîsan û jiyana xwe ji dest dabû. Dosyeya Baran jî hilawistin nav yên "Biryara lêgerîna daîmî" yanî "Kiryar nediyar". Dosyeya Sedat Baran (21) ê di 27'ê kanûna 2015'an de bû hedefa guleyên polîsan û jiyana xwe ji dest da, jî bi "Biryara lêgerîna daîmî" hilawistin nav ê "Kiryar nediyar". Parêzer Ozgur Çaglar ê ji ber hinceta biryara nepen hemû daxwazên wî yî têkildarî lêpirsînê hatin redkirin, dema ji bo hevdîtina têkildarî biryara nepen a li ser dosyeyê çû dozgeriyê, hîn bû ku dosye bi "Biryara lêgerîna daîmî" şandine Dozgeriya Cezayê Sulhê. Çaglar anî ziman ku, dozger dosye girtiye û xistiye nav ên "Kiryar nediyar". 'DOSYEYÊ JI ME VEDIŞÊRIN' Çaglar a ku got, "Dozgerê bi 'Biryara lêgerîna daîmî' dosye şand, ji ber biryara nepen a li ser dosyeyê betal nekiriye, me bi tu awayî xwe negihand kirariyên li ser dosyeyê hatine kirin" û anî ziman ku, li gel dosye hatiye girtin jî, domandina biryara nepen a li ser dosyeyê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Çaglar diyar kir ku, wan ji bo betalkirina biryara nepen jî serlêdan kiriye û dest nîşan kir ku, wek hêla mexdûr veşartina dosyeyê ya ji wan derhuqûqî ye û wiha bertek nîşan da: "Kiariyên hatine kirin bi temamî derhuqûqî ne. Divê bi tu awayî dosye ji me neyê dûrxistin. Li gel kiryarên rasteqîn hatin fihêlkirin û dosye hat girtin jî, hîn jî ji me tê veşartin." DER BARÊ POLÎSAN DE BIRYARA DEVJÊBERDANA ŞOPANÊ HAT DAYÎN Çaglar anî ziman ku, di dosyeya di dest wan de tenê îtiraza ji bo wergirtina dosyeyê û biryarên redkirinê yên yekhevokî cih digirin û wiha diyar kir: "Der barê polîsên gumanbar ên di dosyeyê de cih digirin, dozgerî devjêberdana şopandinê daye. Îtiraza me yî têkildarî vê jî hatiye redkirin û her wiha dîsa jî teblîxî me nehat kirin." Çaglar bi bîr xist ku, polîsan di îfadeya xwe de diyar kiriye ku di navbera wan û Baran de pevçûnek qewimiye û wiha domand:"Em nizanin di dosyeyê de çi heye, lê belê polîs derpêş dikin ku, di navbera wan û Baran de pevçûn qewimiye. Dibêjin Sedat Baran 'terorîst' e û liw ir berdidinê. Yanî dema muduriyeta polîsan li wir berdide Baran, di esasê xwe de darazê jî dike. di encama daraza hatiye kirin de, qenaeta hatiye dayîn înfaz e. Ev ne qenaeta me ye, mensûbên dozgerî û muduriyeta polîsan wiha diyar dikin. Her çiqas polîs li xwe mikur hatibûn û gotibûn me bera Baran daye jî, ev ji aliyê dozgeriyê di çarçoveya peywirekê de tê îfadekirin." 'EM Ê SERÎ LI DADGEHA BILIND BIDIN' Çaglar anî ziman ku, rêyên huqûqa hundirîn xitimîne û ew ê herî dawî serî li Dadgeha Bilind bidin û wiha axivî: "Ji bo em xwe bigihînin dosyeyê, bi dehan serlêdanên me hatin redkirin. Ji bo em serî li Dadgeha Bilind bidin û daxwazeke çalaktir bikin, ddivê em xwe bigihînin delîlên di dosyeyê de cih digirin. Heke ev biryara bidome, em ê serî li Dadgeha Bilind a ku di huqûqa hundurîn de noqteya dawîne bidin." Çaglar dest nîşan kir ku, heke Dadgeha Bilind jî encameke neyînî bide, ew ê serî li DMME'yê bidin. Berîvan Altan - DÎHABER