Qedexeya bi şev li Cizîr, Sîlopya û Hezexê rakirin 2017-04-10 13:13:52 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê daxuyanî da û diyar kir ku qedexeya li Navenda Şirnexê, Cizîr, Sîlopya û Hezexê ya bi şevê berdewam dikir hatiye rakirin. Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li Navenda Şirnexê, Navçeyên wê Cizir, Sîlopya û Hezexê qedexeyên derketina derve yên bi şevê berdewam dikir hatiye rakirin. Li navenda Şirnexê di 14'ê Adara 2016'an de, li navçeyên Sîlopiya û Cizîrê jî di 14'ê Kanûna 2015'an de û li Hezexê jî di 16'e Sibata 2016'an de qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Walîtiyê diyar kir ku li Navenda Şirnexê, navçeyên wê Cizîr, Sîlopya û Hezexê qedexeya dinavbera setên 23.00 ile 02.30'an de di 10'ê Nîsana 2017'an roja duşemê bi tevahî hatiye rakirin. Lê her çend qedexe hatibe rakirin jî ketin û derketina navçeyan û bajar di bin kontrol û lêgerina polîs û leşkeran re derdbas dibe.