Ceza li Edîtorê kurdî yê bîanetê birîn 2017-04-10 14:53:51 STENBOL - 2'emin Dadgeha Cezayen Giran a Bedlise bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Edîtorê bianetê yê berê Yûnus Onal birîn. Editorê kurdî yê berê yê bianetê Yunus Onal ê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin rastî ceza hat. 5'emîn rûniştina doza Onal li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlisê hat ditin. Heyeta dadgehê bi îdîaya li dijî xala 314/2 a TCK'ê ya "Propaganda rêxistinê kiriye" 6 sal û 3 meh cezayê girtinê da Onal. Onal, parastin kir û diyar kir ku biryar li gorî konjonktûrê hatiye dayin û wiha got: "Min rojnamegerî kir. Min bi kurdî ku dewlet ew hezim nake û bi deh salan ew qedexe kiriye rojnamegerî kir. Min, daxwazên herî mirovane, bi rêyên demokratîk û bi azadiya xwe-îfadekirinê diyar kirin. Di sala 2015'an de hikûmete li ber çavên dinyayê bajarên kurdan şewitand û rûxand, parlamenterên bi milyonan kesan deng dabûyê girtin, rojnameger girtin. Saziyên çapemeniyê girtin û qedexe kirin, nayê hêvîkirin ku ew li gor normên navneteweyî yên hiqûqê biryarê bide. Di vê konjonktûrê de gotina navê kurdan jî têrê dike ku mirov ji desthilatê re bibe armanc. Biryara ku ji ber govend-gerandinê deolojîk û daxuyaniya ji bo zimanê zikmakî hatî dayin biryareka der-aqilan e. Parêzerê Onalî, Mîmar Onalî eşkere kir wan ji bo Dadgeha Herêmê ya Erziromê îtiraz daye biryara dadgeha herêmî. Dema ku Yûnûs Onal edîtorê beşa Kurdî yê Sputnîkê bû ji ber heman dozê lêpirsîn li ser wî hatibû dest pê kirin. Di 18'ê Adara 2016'ê de polîsan li ser rêya mala Onalî rêya wî girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştî 2 rojan serbest hat berdan. Ji ber nûçeyên di medyayê de li ser desteserkirina Onal hat nivîsîn. Spûtnîkê ew ji kar derêxistibû.