Dozger lêpirsîn li kesên beşdarî meşa Amara bûn vekir 2017-04-10 15:03:17 RIHA - Dozgeriya Xalfetî ya Rihayê li kesên beşdarî meşa Amara ya ji bo 68'emîn Rojbûna Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bûn lêpirsîn vekir. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Xalfetî Abdurahman Çiftçî hat binçavkirin. Dozgerê Komarê ye Xalfetiyê li kesên beşdarî Meşa Amara ya 68'emîn Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne lêpirsîn vekir. Dozger bang li kesên beşdarî meşê bûne kir û xwest îfadeyê bidin. Heta niha Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî di navde 17 kes hatin binçavkirin û li dozgeriyê îfade dan. Di heman çarçoveyê de xwişk û birayên Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan jî hatin binçavkirin û çûn li dozgeriyê îfade dan. Dozgeriyê di heman çarçoveyê de bang li xizmên Ocalan Aydin Ocalan û Mehmet Resit Ocalan jî kir û pirsên "Hûn çima beşdarî pîrozbahiyê bûn. Ma we nizanîbû qedexe ye?" ji wan pirsîn. Hat zanîn ku hêj navê 10 kesên din di lîsteya lêpirsînê de heye. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Xalfetî Abdurahman Çiftçî hat binçavkirin.