Penaberên ji Sûriyê hatin Îzmirê rastî tundiyê tên 2017-04-10 15:33:47 ÎZMÎR - Penaberên ku ji Sûriyeyê hatin li Taxa Pamukyazi ya navçeya Torbali ya İzmirê kon vedan, rastî êrîşa niştecihên taxê hatin. Penaberên rastî êrîşê hatin neçar man ku biçin cihekî din kon vedin. Penaberên ku ji Sûriye hatin li Îzmirê bi cih bûn û kon vedan rastî tundiya şêniyên herêmê tên. 17 malbatên ku ji ber şerê li Sûriyeyê reviyan û hatin li Îzmirê bi cih bûn, di bin zextan de dijîn. Penaberên li Taxa Pamukyazi ya navçeya Torbali ya İzmirê kon vedan, rastî êrîşa niştecihên taxê hatin. Penaberên rastî êrîşê hatin ji neçarî konê xwe rakirin û li cihekî din kon vedan. Komeleya Înîsiyatîfa İmeceyê ku nêzîkî du sal in li İzmir û Manisayê alîkariya penaberan dikin, xwe gîhandin van malbatên û alîkariya qut da malbatan.