Malbatên girtiyan: Ger daxwazên girtiyan pêk neyên emê jî tekevin grevê 2017-04-10 17:48:39 ENQERE - Malbatên girtiyan piştî li Girtigeha Sîncanê girtiyên di çalakiya grevê de ziyaret kirin, li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereye civîna çapemeniyê pêk anîn. Malbatan diyar kirin ku ger daxwazên zarokên wan pêk neyê ew jî dê têkevin greva birçîbûnê. Malbatên girtiyan ên Sincan piştî li Sîncanê girtî ziyaret kirin li Şaxa ÎHD'ê civina çapemeniyê pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de Berdevka Înisiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re Havva Ozcan û malbatên girtiyên li Sîncane û rêveberên ÎHD'ê amade bûn. Malbatan di civînê de bang li hemû parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar, hiqûqnas, akademîsyen, sendîka, rewşenber, hunermend û nûnerên saziyên sivîl en civakî kirin ku li hemberî daxwazên girtiyan dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Malbatan bal kişand ser daxwazên girtiyên jin û xwest her kes hestiyar tev bigerin. Berdevka Înisiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re Havva Ozcan diyar kir ku li Girtigeha Sîncanê 16 girtî di çalakiya grevê dene û wiha got: "Piştî 16 kes ketin grevê, 9 kesên din jî ketin greva birçîbûnê. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê, ne ji ber zextên li ser girtîgeha sîncanê ketine grevê. Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Dixwazin dorpêça li ser kurdistanê bi dawî bibe. Dixwazin operasyonên siyasî û leşkerî bi dawi bibin. Girtî bi biryarin heta daxwazên wan pêk bê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtî ji ber çalakiyê kîlo dane û bedena wan zeif bûye. lê di aliyê moral û coşê de moralê wan zêde ye û coşa wan zêde ye." ‘GER DAXWAZÊN GIRTIYAN PÊK NEYÊ EM JÎ DÊ TÊKEVIN GREVÊ' Dayika girtî Şivekar Ataş ku ketiye greva birçîbûnê Rabia Ataş, jî anî ziman ku keça wê heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe dest ji çalakiyê bernade û wiha got: "Zarokên me ji bo tecrîd bi dawî bibe û dorpêça li ser Kurdistanê rabe ketine grevê. Nexweşiya dil, romatizma, tansiyon pêre heye. Lê dîsa ketine çalakiya grevê. Ger ku daxwazên zarokên me neyên qebûlkirin em jî dê têkevin greva birçîbûnê. Bavê girtî Dilan Oynaş Abdulvahap Oynaş, jî anî ziman ku daxwazên zarokên wan daxwazên rewa ne û wiha got: "Ger ku daxwazên zarokên me pêk neyên em jî dê têkevin çalakiya greva birçîbûnê. Keça min li Şirnexe rastî îşkenceyê hat. Li Sincanê 25 rojan di hucreyê de hat girtin. Em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin." Dayika girtî Hatice Guzel Sinem Guzel jî xwest her kes guh bide daxwazên girtiyan û li hemberî daxwazên girtiyan hişyar tev bigerin. Guzel xwest hemû kesên xwedî wîjdan rapin ser piyan û piştgiriyê bidnin daxwazên girtiyan. Birayê Bîrnûr Yildiz Alper Yildiz ji bal kişand ser tenduristiya girtiyan û wiha got: "Tenduristiya wan roj bi roj xera dibe. Divê her kes berpirsiyar û hestiyar tev bigerin. Kî çi dikare bila wî bike. Ev pirsgirêka civaki ye. Dayika Aştiyê Munube Koç jî xwest ji bo girtî dawî li çalakiyê bînin demek berî demekê daxwazên wan pêk bên û banga piştgiriyê kir.