3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sewqkirin 2017-04-10 18:37:29 ERDEXAN- Li Girtîgeha Tîpa T a Erdexanê, 3 girtiyên di greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Balikesîrê hatin kirin. Hat hînbûn ku, li Girtîgeha Tîpa T a Erdexanê, girtiyên bi navê Hakan Demirtaş, Ramazan Yildiz û Vedat Budak ên di greva birçîbûnê de ne sewqî Girtîgeha Balikesîrê hatine kirin. Her wiha dîsa hat hînbûn ku, di dema sewqkirinê de girtiyên di greva birçîbûna dorveger de hatine derbkirin.