Seroka Giştî ya ESP'ê Otlu bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin 2017-04-10 20:07:57 DERSIM - Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu ya li Stenbolê hat binçavkirin, bi daxwaza girtê sewqî dadgehê hat kirin. Di 4'ê Nîsanê de bi navenda xwe Dersim li 11 bajaran operasyonên binçavkirinê hatin lidarxistin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu jî hebû. Îro Otlu li Edliyeya Dersimê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.