Penaber jî ji bereketa Hewagê sûdê werdigirin 2016-11-29 09:11:46 RIHA- Gelê Kobanê yê koçberî Hewagê bûn jî ji bereketa çandiniya Hewagê fêdê werdigirin. Piştî cotkarên Hewagê berên xwe berhev dikin, kobanî li zeviyan bi buhayeke kêm zebzeyan dikirin. Penaberê bi navê Îmam Umer diyar kir ku, li dikanan zebze buha ye, lê ew li zeviyan bi erzanî dikirin. Navçeya Hewaga Rihayê debara xwe bi çandiniyê dike. Li Hewagê îsot, fistiq, bacan, firingî û gelek curên zebzeyan tên çandin. Penaberên li Hewagê jî feydeyê ji çandiniya Hewagê werdigirin. Yek ji penaberê ku ji Kobaniyê hatî û li Hewagê bi cih bûyî Îmam Umer e. Umer diyar dike ku, ew 3 sal e bi malbata xwe re li Hewagê dijî û dixwaze bizîvire warê xwe, lê tu tiştê wî li Kobaniyê nemaye. Piştî ku cotkarên Hewagê zeviyên xwe radikin, penaberên wek Umer tên nava zeviyan û bi pereyekî kêm ji xwe re zebze kom dikin. Umer anî ziman ku, ew bi pereyekî kêm ji xwe re zebze kom dikin, dema ew li dikanê zebze dikirin 3 qat pere didin û û qaweta wan î danîna ewqas pereyî tune ye. Xwediyê zeviyê Mihemed Çorak jî anî ziman ku, piştî ew zeviya xwe radikin, bermayiyê zebzeyan jî ji bo xêrê didin penaberan û wiha got: "Em dibêjin bila ew jî jê feydê wergirin." Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşê Kobaniyê kir bi sedan malbatên rojavayî derbasî Riha û navçeyên wê bûn. Yek ji van navçeyan jî Hewage. Her çendî gelek xelkên Kobanê derbasî warê xwe bûn jî niha 364 malbat li navçeya Hewaga Rihayê dimînin. Berîtan Îrlan - dîhaber