Zekî Gul: Başbûna civakî girêdayî tenduristiya çalakgeran e 2017-04-11 09:03:20 ÎZMÎR - Dr. Zeki Gul ê ji salên 1990'î heta niha grevên birçîbûnê dişopîne, destnîşan kir ku di grevên birçîbûnê de piştî roja 50'yemîn pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dest pê dike û wiha got: "Heke ji ber grevê mirov jiyana xwe ji dest bidin em ê nikaribin li vî welatî behsa başiya rewşa civakî bikin. A rast dê tenduristiya kesekî ji me jî baş nebe." Li Girtîgeha Şakranê, girtiyên ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi dawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û operasyonên siyasî û leşkerî yên li herêmê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin, di roja 56'emîn de jî greva wan didome. Serokê Odeya Bijîşkan Îzmîrê yê berê Dr. Zeki Gul, dest nîşan kir ku, divê her kesê ku ketiye grevê bi awayekî cuda rewşa wan esas bê girtin û got, bi taybetî jî piştî roja 50'yemîn di bedenê de komplîkasyonên cidî û xesarên ku vegera wan tune ye tespît dibin. ‘DIBE KU PIRGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ YÊN CIDÎ DERKEVIN HOLÊ' Gul, diyar kir ku beriya greva birçîbûnê ji ber nexweşînên heyî her kes bi awayekî wekhev dest bi grevê nake û ji bo her kesî demên krîtîk cuda ne. Gul, dest nîşan kir ku di grevên birçîbûnê de roja 50'emîn destpêka pirsgirêkên tenduristiyê yên krîtîk e. Gul, anî ziman ku divê hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê zêde bibin û wiha domand: "Piştî roja 50'yemîn di pergala norolîk ya vegera wê tune ye de dibe ku pirsgirêk derkevin holê. Li vî welatî bi taybetî di salên 1990'î, 2000'î û piştî wan gelek grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê çêbûn. Belkî li cîhanê welatekî din ku ev qas grevên birçîbûnê lê çêdibin tune ye. Dema em lê dinihêrin yek ji pirsgirêkên girîng norolojî ye; yanî pergala mêjî ye. Di grevên birçîbûnê de dibe ku hemû pergal pirsgirêkan derxînin; kêmbûna dîtinê, gêjbûn, rûxandina pergala dehanê. Yanî em ji tecrûbeyên berê vî dizanin. Tenduristîbûn tenê ne başbûna beden û ruhî ye. Divê başbûna civakiyî jî hebe. Ji ber vê ya divê bê kirin, divê hewlnadenek zêde hebe. Tenê asta tibî xesarê dide pêvajoyê. Wek Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) tenê mebesta me ne tibîkirin e, ronîkirina di çarçoveyeke etîk de ye. Di heman demê ji bo başbûna rewşa civakiyî çi hewce be divê bi raya giştî re bê parvekirin." ‘AGAHDARKIRINA DI WARÊ ŞEKIR Û GLÎKOZÊ DE DIVÊ' Gul, anî ziman ku wan bihîstiye ku vîtamînan nadin kesên di greva birçîbûnê de ne an jî bi derengî dixin û got, hêviya wan ew e ku ev bihîstin şaş be û wiha domand: "Di grevên birçîbûnê de li gor rêjeyeke diyar şekir û glîkoz tê dayîn. Daneyên ku divê çi qas bê dayîn girîng e. Wek TTB'yê me rêjeya vana şand girtîgehan; lê divê parêzer û malbatên girtiyan dokumanên di vî warî de ragihînin." Gul, diyar kir ku li her derên cîhanê bijîşk ji bo çareserkirina pirsgirêkan li navenda vê cih digirin û bal kişand ser rol û rista bijîşkên di nav heyetên serbixwe de cih digirin. ‘EV SERDEM JI SERDEMÊN BERÊ CUDATIR E' Gul wiha tecrûbeyên xwe yên di warê grevên birçîbûnê de parve kirin: "Dema em li tecrûbeyên ên li Tirkiyeyê dinihêrin, TTB di nav heyetan de cih girtibû. Dîsa difikirim ku divê demildest heman tişt têkeve dewrê. Ev serdem ji serdemên berê zaf cudatir e. Dixwazin tu tişt neyê dîtin. Piştî OHAL'ê; bi gumanên şexsî yên kesên rayedar û berpirsiyar, rewşa etîk ji holê tê rakirin. Yek ji pirgirêkên vî welatî jî ew e ku, çapemeniya berbelav polîtîkayeke yekalî dimeşîne." ‘DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE TÊKEVIN DEWRÊ' Gul, da zanîn ku di salên 1990'î de ji ber kêmbûna tecrubeyên bijîşkan çalakvanên grevên birçîbûnê di warê tibî de xesar dîtine û wiha axivî: "Di wateya bila mudaxile bikin de nabêjim. Dema çalakvanan bi rizaya xwe dawî li grevên birçîbûnên anîn, da şaşitî çênebin divê tedbîr bên girtin. Girîng e ku komên şopandinê yên serbixwe bikevin dewrê. Di dema tedawiyê de divê xwe bigihînin dokumanên TTB'ê. Dema bi awayekî giştî dawî li grevên birçîbûnê hatin, divê li dermanxane û nexweşxaneyên wî bajarî vîtamîna D'yê hebin. Heke serûmên bişekir bên dayîn, dê pirsgirêkên norolojîk li kes peyda bibin. Di vî warî de TTB hişyariyên xwe ragihandin." Gul, anî ziman ku piştî roja 50'emîn serdema nexweşînan dest pê dike û got, di navbera rojên 60-80'yemîn de dibe ku rewşên dijwartirtir xwe bidin der. Gul wiha axivî: "Ji bo tenduristiya welat baş bibe, divê hîn bêtir em têkevin dewrê. Heke yek xesarê bibîne, yek jiyana xwe ji dest bide dê encamên wê dijwar bin. Pênaseya tenduristiyê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê girîng e; yekpareyiya bedenî, ruhî û civakiyî ye. Heke em hay ji vê pênaseyê nebin, em çi qas ji xwe re tenduristiya me baş e jî, dê nebaş be. Heke ev bi rûxandinekê re encam bibe; heke texrîbata bedena bi sedan mirovî bi encam bibe, em ê nikaribin li vî welatî behsa başiya rewşa civakiyî bikin. A rast dê tenduristiya kesekî ji me jî baş nebe." ‘DIVÊ NIMÛNEYÊN XWÎNÊ BÊN WERGIRTIN' Gul, bi bîr xist ku di greva birçîbûnê ya 1996'an a li Girtîgeha Bûcayê de mirin çênebûn û got, bi rizaya girtiyan nimûneya xwînê hat wergirtin. Gul wiha domand: "Dayîna nimûneya xwînê ya nayê wateya mudaxileyê. Heke rizaya wan hebe û saziyên tenduristiyê û Wezareta Dadê vê neke, ev kêmaniya wan e. Berê bi hewldana TTB'ê ev bûbû. Li Îzmîrê, em di gelek grevên birçîbûnê de rastî mirinan hatin. Divê careke din ev mijar bibe rojev. Tehlîlên xwînê yên di çavdêriya TTB'ê de hatine wergirtin zaf girîng in. Carinan grevên birçîbûnê zaf didomin û ev dibe cihê rîskê. Dema greva birçîbûnê diqede wergirtina nimûneya xwînê û encambûyîna wê dirêj diajo. Daneyên berê nîşan didin ku bê ka kîjan diyarde krîtîk e. Tabî dîsa rizaya kesên di grevê de muhîm e." Erdogan Alayumat-dîhaber