Çalakgerên grevê: Em bêdeng nemînin 2017-04-11 09:05:35 AMED - Malbatên ku li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku heta daxwazên zarokên wan pêk neyên dê greva birçîbûnê bidomînin û gotin: "Em li dijî pêkûtiyên li girtîgehan li derve bêdeng nemînin. Girtiyên ku bi daxwaza "Bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" dest bi greva birçîbûnê kirin, di roja 56'emîn de jî çalakiya wan a greva birçîbûnê didome. Li Amedê jî, malbat siyasetmedar ji bo piştevaniya bi girtiyan re dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatan xwest, demildest daxwazên girtiyan bi cih bên. ‘ŞERT Û MERC TU CARÎ NEGUHERÎN' Yek ji welatiyên ku ji bo 2 roja kestiye greva birçbûnê ya dorveger Guler Yuksekbag e. Hevjînê Yuksekbag, Rakip Yuksekbag 24 sal in di girtîgehê de ye û niha jî ji bo piştevaniya girtiyan li Girtîgeha Rihayê ji bo 5 rojan ketiye greva birçîbûnê. Guler Yuksekbag a li derve bi greva birçîbûnê piştevaniya girtiyên di grevê de ne dike, anî ziman ku li Tirkiyeyê tu carî şert û mercên girtîgehan neguherîne û her diçe giranitr dibin. Yuksekbag, diyar kir ku girtiyan tim li dijî mercên giran ên girtîgehan li ber xwe daye û got, niha jî ji bo rawestandina derhuqûqiyan û bêrûmetiyê girtî careke din li ber xwe didin. ‘EM Ê BI SER KEVIN' Yuksekbag, anî ziman ku bi salan e ew girtîgeh bi girtîgeh digere û tim li cem hevjînê xwe ye û got, îdareya girtîgehê û gardiyan dixwazin bi muameleyek kirêt, lêgerînên tazî û îşeknceyan vîna girtiyan bişkînin û her wiha bi heman sepandinan malbatên ku ji bo hevdîtinê diçin girtîgehê jî tên cezakirin. Yuksekbag wiha domand: "Çawa ku 24 sal in hevjînê min li dijî hemû zordariyan, bêrûmetiyan li ber xwe dide, em jî li derve bi heman berrxwedayîn li gel wan bûn. Em îro jî li gel girtiyan e. Daxwazên wan daxwazê me ne. 56 roj in ku li Şakranê grev didome. Ma em ê çawa li hemberî vê bêdeng bimînin. Daxwazên wek bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, daxwazên herî xwezayî ne. Em li vir careke din bang li Serokomar Erdogan dikin, hûn tu encamî ji wan zordariyên xwe yên li girtîgehan wernagirin. Ji bo daxwazên zarokên xwe, heke bivê em ê jî dest bi rojiya mirinê bikin. Serketin bi berxwedanê pêkan e, îro em jî li ber xwe didin. Helbet em ê bi ser kevin." ‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN' Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Şakranê ku ewil greva birçîbûnê lê dest pê kir, girtiyê bi navê Nejdet Kaya (32) di nav koma ewil de cih girt û 56 roj de di greva birçîbûnê de ye. Li Amedê jî dayika wî Mahbule Kaya, ji bo daxwazên kurê wê û hevalên wî bên qebûlkirin dest bi greva birçîbûnê kir. Kaya a got "Canê min ji yê kurê min ne biqîmetir e" anî ziman ku, li girtîgehan zarokên wan li dijî bêrûmetiyê, binpêkirinên mafan li ber xwe didin. Kaya, diyar kir ku wek her carî vê carê jî kurê wê berpirsiyariya xwe bi cih aniye û got, ji ber êdî pêkûtiyên li girtîgehan gihaştina asta herî jor, girtî li hemberî vê êdî nikaribûne bêdeng bisekinin û li ber xwe dane. Kaya wiha axivî: "Bi OHAL'ê hevdîtina bi zarokên me re asteng kirin. Lêgerîna tazî li wan ferzkirin. Heqaretî me dikin. Helbet em vana qebûl nakin. Tenê bi bedena xwe be jî em ê li ber xwe bidin. Bêyî pirsgirêk divê daxwazên wan bi cih bên. Wek malbatan em ê heta dilopa dawîn li ber xwe bidin. Em ê tim li gel zarokên xwe bin." ‘EM PIR BAŞ IN' Kaya, diyar kir ku wê herî dawî bi kurê xwe yê 56 roj in di greva birçîbûnê de ye roja Yekşemê axiviye û got kurê wê wiha gotiye: "Dayê em pir baş in. Me bi vîna xwe ev rê hilbijartiye. Ji bilî berxwedanê tiştek tune bû. Em ê bi ser kevin, miraqa nekin." ‘KURÊ MIN TIM LI DIJÎ NEHEQIYÊ DERKETIYE' Behiye Duran (55) a ku 2 kurê wê di girtîgehê de ne û niha kurekî wê ev 56 roj in di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku bi salan e kurê wê tên sirgûnkirin, îşkencekirin û ji ber ev pêkûtî qebûl nekirine wek her carê îro jî li ber xwe didin. Behiye Duran, da zanîn ku kurê wê Murat Duran zêdeyî 50 roj in li Mûşê di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Bifikirin mirovek li dijî neheqiyê bedena xwe davêje holê. Û berxwedaneke mezin didin der. Yên ditirsin en zarokên me ne, yên ku vê pergalê ferz dikin bi xwe ne. 21 sal in kurê min di girtîgehê de ye û her tim li dijî neheqiyên li girtîgehan li ber xwe daye." Herî dawî Duran wiha got: "Heta ku daxwazên zarokên me bi cih neyên, em ê ji vê riyê venegerin." ‘EM DIJMINÊ XWE BAŞ NAS DIKIN' Mehmet Pervane jî kurê wî Ragip Pervane li Girtîgeha Tîpa T a Balikesîrê ji roja grev dest pê kiriye heta niha di grevê de ye. Bav Pervane, anî ziman ku ji bo daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin û bibin roje wan wek malbatan dest bi grevê kiriye. Pervane wiha axivî: "Ma em jî ne mirov in, ma heqê me jî tune ye ku em wek mirovan bijîn? Em jî li dijî kesên ku teslîmiyetê li me ferz dikin li ber xwe didin. Di salên 90'î de gundên me şewitandin û berê me dan bajaran. Em hatin li Sûrê bi cih bûn, vê carê jî navçe û bajarên me şewitandin. Îro dewleteke ku dixwaze hebûna xwe li ser tunebûna kurdan bidomîne heye. Di serdema 12'ê Îlonê de di girtîgehên Kenan Evren de Esad Oktay hebû. Em Kenan Evren, Serokomar Erdogan, Seddam Husên û Hîtlerî jî baş nas dikin. Çawa ku li Amedê li Zindana 5'an Kemal û Mazlûman li ber xwe da û bi ser ketin, dê îro jî li girtîgehan kesên li ber xwe didin bi ser kevin. Dê berxwedana gelê kurd li hemberî vê zilmê têk neçe. Dê berxwedana zarokên me bi ser keve." ‘EM PIŞTEVANIYA BERXWEDANA ZAROKÊN XWE DIKIN' Şefî Hayme (57) jî li çar girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê 4 zarokên wî girtî ne û kurekî wî zêdeyî 50'î rojî ye di greva birçîbûnê de ye. Bav Hayme, anî ziman ku zarokên wî li girtîgehên Bolû, Edîrne, Rîze û Amedê tên ragirtin û got, kurê wî yê li Girtîgeha Bolûyê di greva birçîbûnê de ye. Hayme, ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û nehqeyiya li girtîgehan bê dîtin wan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hayme wiha domand: "Daxwazên zarokên me hene. Heta ku ev daxwaz bi cih neyên, ew ê li ber xwe bidin. Em jî îro li cem wan cih digirin û piştevaniya berxwedana wan dikin. Ji ber fezrkirina vê bêrûmetiyê gelê kurd bi awayekî xurt li ber xwe didie. Dê kurd bi kuştinan neqedin. Em di doza xwe de mafdar in û em ê bi ser kevin. Em naxwazin tu kes bimire. Lê tê de mirin jî hebe em ê tim li gel zarokên xwe bin. Em ê ji riya xwe venegerin. Em dixwazin demildest daxwazên wan bi cih bên."