Seroka Giştî ya ESP'ê Otlu hat berdan 2017-04-11 09:19:07 DERSIM- Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu hat berdan "bi şerta kontrola edlî" hat berdan. Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlu, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hefteya borî hatibû binçavkirin, sewqî Edliyeya Dersîmê hate kirin. Bi Otlu re keyayê gundê Işikvuran Kazim Sedef, DUrsun Gulmez, Coşkun Kose, NUrettîn Gergîn, Serkan Bozoglu, Bariş Ozkan, Çîgdem Yildiz, Ferît Liydiz, Erkan Kil ên li Pulurê hatibûn binçavkirin jî bi Otlu re anîn edliyeyê. Otlu li pêşiya edliyeyê dirûşma "Erdogan wê têk biçe, Na dê bi ser bikeve" qîriya. Ji 11 kesan Ferît Yildiz hate girtin. Otlu ku 9 kes "bi şerta kontrola edlî" hatin berdan. 22 kes jî berê di çarçoveya heman dosyayê de hatibûn girtin, hê jî 30 kes di bin çavan de ne.