Der barê parlamenter Taşdemîr de biryara girtinê 2017-04-11 12:04:39 AMED - Ji bo parlamentera HDP'ê Dİrayet Taşdemîr a ku di doza "KCK'ê ya sereke" de tê darizandin lê dosyaya wê hatibû veqetandin biryara girtin^hate derxistin. Doza 29 kesên ku di doza "KCK'ê ya sereke" de tên darizandin û di nav de parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Osman Baydemîr, Dirayet Taşdemîr, Ahmet Yildirim, Nadîr Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu, Selma Irmak jî hene û ji ber ku parlamenter bûn dosyaya wan hate veqetandin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Di doza ku parlamenter beşdar nebûn de parêzer amede bû. Dozê bi xwendina belgeyan dest pê kir û piştre dozger mutala xwend. Dozger der barê parlamentera HDP'ê Dîrayet Taşdemîr de bi îdiaya ku berê jî der barê wê de biryara bi zorê anînê hebû lê ligel hemû lêgerînan nehatiye dîtin biryara girtinê xwest bê derxistin. Parêzer Cihan Aydin jî got ku bihistine ku qeydên degan ên parlamenteran ji bo lêkolînkirina pêzanan şandina TRT'ê û wiha axivî: "Em îtirazî vî dikin. Em ji bo raporên ku li TRT bê amadekirin bi fikar in. Em dixwazin ji bo Saziya Tiba Edlî bê şandin." Parezer Mesut Beştaş jî diyar kir ku biryara girtinê ya ku der barê Taşdemîr de bê dayîn dê bibe mudaxaleyî siyasetê. Piştî parastina parêzeran heyetê der barê Taşdemîr de bi îdiaya ku der barê Taşdemîr de berê biryara bi zorê anînî hatiye dayîn lê ligel hemû lêgerînan nehatiye dîtin biryara girtinê, qeydên dengan şandina TRT'ê da. Heyetê der barê 22 kesên ku di nav de Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok û Nûrettîn Demîrtaş jî hene de jî biryar da li bendêmayîn înfazkirina hikm da. Doz taloqî gulanê hat kirin û biryara parlamenter Konca, Demîrel û Irmak bi riya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bibin da.