Penaberan dibin mîtînga Erdogan 2017-04-11 12:17:46 RIHA - Li kampên Wêranşar, Akçakale û Heranê bi deh hezaran penaberên Sûriyiyê bi zarokên xwe ve dibin mîtînga Erdogan a Rihayê. Li navçeyên Wêranşar, Akçakale, Heranê yên Rihayê bi deh hezaran penaberên Sûriyeyê yên li kampan dimînin bi zarokên xwe ve ji bo mîtînga Serokomar Tayyîp Erdogan a li Rihayê dibin navenda bajar. Li Kampa Penaberan a Telhamutê nêzî 20 hezar penaber bi sedan wesayîtên ku anîn ve dibin navenda bajar. Bi heman ayawî li kampên Suleyman Şah a Akçakeleyê, bajarê konteynir a Heranê, li Wêranşarê penaberên Sûriyeyê yên dimînin tînin navenda bajar. Hate hinbûn ku li ser rê li noqteyên ku AKP'iyan diyar kirine xwarin tê belavkirin. Li aliyê din li navenda bajar bi fermana walîtiyê dibistan hatin tetîlkirin. Bi sedan polîsên ji bajarên din anîne li navenda bajar hatine bicihkirin.