5 kes li Antalya hat binçavkirin 2017-04-11 12:27:52 ANTALYA - Polîsan di satên serê sibê de bi ser gelek maland de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê ESP'ê yê Antalya Hacı Temur ji di navde 5 kes hatin binçavkirin. Yekîneyên polîsan li Antalya di saetên serê sibê de hemwext bi ser gelek malan de girt. Polîsan ewil tax dorpêç kirin û piştre bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de lêgerîn kirin bilgisayar û telefon desteser kirin û 5 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Aksû ya Antalya. Kesên hatin binçavkirin wina ne: Hevserokê ESP'ê yê Antalyayê Hacı Temur, endam û rêveberên ESP'ê Eser Girginer, Cem Uzen, Cuma Tokgoz û Leyla Nuyan.