Li 6 gundên Farqînê qedexeya derketina derve 2016-11-29 10:00:28 AMED - Piştî li Farqînê di pevçûnekê de ceredevanek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn li 6 gundan "qedexeya derketina derve" hat îlankirin. Li herêma gundên Etşa û Şifqet ên navçeya Farqîna Amedê duh di saetên şevê de pevçûn derketin û piştî di pevçûnan de cerdevanek mir, 2 cerdevan jî birîndar bûn li herêmê "qedexeya derketina derve" hat îlankirin. Di daxuyaniya ji aliyê qeymeqamê Farqînê ve hat kirin de wiha hat gotin: "Ji saet 22.00'an ve li herêmên Eskîkoy, Sussuz, Gunduzkoy, Otluk, Karahaci û Uçbasamakê heta fermana duyemîn qedexe hatiye îlankirin."