Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîr anîn 2017-04-11 14:34:10 RIHA - Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, li ser gora xwe hat bibîr anîn. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêveberên HDP û DBP'ê di 24'emîn salvegera mirina Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan de li ser gora wê ew bibîr anîn. Uveyş Ocalan di 11'ê Nîsana 1993'an de ji yana xwe ji dest dabû. Uveyş Ocalan li ser gora xwe ya Amara hat bibîr anîn. Parlamentera HDP'ê ya Rihaye Dilek Ocalan, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, rêveberên HDP'ê yên Xalfetî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li ser gora Ocalan dua xwendin û axaftin kirin. Hevseroka HDP'ê Ayşe Surucu, diyar kir ku di şexsa Uveyş Ocalan de hemû dayikan bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Surucu, anî ziman ku d nava pergala feodal de nasnameya jinê parast û wiha got: "Hem dayika Ocalan bû û hem jî rêberê têkoşîna azadiya kurdan daye bû. Em bi hurmet bibîr tînin.