Li Wanê 2 hezar û 500 kes dê sandoqan biparêzin 2017-04-11 15:23:41 WAN - Rêxistinê ya HDP'ê ji bo parastina hezar û 934 sandoqên li 834 dibistanan bên danîn 2 hezar û 200 kes peywirdar kir. Ji bo referandumê 5 roj man, rêxistina HDP'ê ya Wanê ji bo parastina hezar û 934 sandoqên li 834 dibistanan bên danîn 2 hezar û 200 kes peywirdar kir. Ji bo agahî bên girtin maseya krîzê hat avakirin, li sandoqên ku dê 671 hezar û 895 hilbijêrên biçin ser sandoqan muşahîdên ku pewyirdar bin ji aliyê hiqûqnasan ve perwerde hat dayîn. Têkîldarê mijarê Cahît Bobay diyar kir ku ji bo 16'ê Nîsanê piranî xebatên wan temam bûye û wiha berdewam kir: "Mi hemû dibistanan hevalên me yên ku îtiraz bikin hane. Hevalên me yên ku li lijneyên sandoqan in hene. Hiqûqnasan perwerde dane. Piranî amadekariyên me hatine temamkirin. Li Wanê 2 hezar û 500 hevalên me hatine peywirdarkirin dêwê rojê sandoqan biparêzin û peywira xwe bi cih bînin." Bozbay destnîşan kir ku piştî ku deng bên hejmartin girtek dê bên HDP'ê û wiha axivî: "Xwedîderketina gel a sandoqan jî gelek girîng e."