Malbatan ji bo zarokên xwe li 2 bajaran dest bi greva birçîbûnê kirin 2017-04-11 15:46:24 WAN/STENBOL - Malbat û xizmên girtiyên ku ji bo tecrîda li ser Ocalan û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin ketine greva birçîbûnê, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan li Wan û Stenbolê dest bi çalakiya grevê kirin. Girtiyên siyasî li 16 girtîgehan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin û tecrîda li ser Ocalan dest bi dawî bibe, ji bo zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û operasyon û dorpêça li ser gundan rabin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Çalakiya girtiyên Şakranê ya bêdem û bê dorveger di roja 56'an de berdewam dike. Malbatan 3 roj berê li Îzmir û duh jî li Amedê dest bi çalakiyê kirin. Îro jî malbatên girtiyan li Stenbol û Wane dest bi çalakiyê kirin. Xizmên girtiyan, endamên Meclîsa Dayikên Aşktiyê, endam û rêveberên DBP'ê yên Wanê li Avahiya DBP'ê ya Wanê çalakî dan destpêkirin. Çalakî dê kom bi kom 2 rojan dorveger berdewam bike. Koma yekemîn bi 8 kesan hat destpêkirin. Berî çalakiyê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Leyla Duman, anî ziman ku girtiyan ji bo daxwazên xwe dest bi çalakiyê kirine û heta daxwazên wan pêk neyên dest ji çalakiyê bernadin. Duman anî ziman ku ew zextên li ser girtiyan qebûl nakin û xwest her kes piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan. STENBOL Li Stenbolê jî xizmên girtiyan dest bi çalakiya dorveger û bêdem kirin. Malbatên girtiyan li avahiya HDP'ê ya Bahçelievlerê kom bûn û bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyê kirin. Malbatan daxuyanî da û aşkere kirin ku dest bi çalakiyê kirine. Li salona çalakiyê pankartên “Em berxwedana zindanan silav dikin", “ Bîjî berxwêdana zindanan", "Ji astengkirina mafê tenduristiyê re na" û “Ji lêgerîna tazî re na" hatin vekirin. Komê bê navber siloganên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Di çalakiyê de hevseroka HDP'ê yê Stenbolê Esengul Demir, xwest bêyî çalakger di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bidin daxwazên wan pêk bê. Demîr, anî ziman ku heta daxwazên girtiyan pêk bê dê li hemû navçeyên Stenbolê çalakiya grevê ya dorveger û bê dem berdewam bikin. Hevserokê HDP'e yê Stenbol Mustafa Avci jî anî ziman ku êdî ruyê faşîzmê dibînin û xwest hemû beşên civakê li hemberî vê rewşê dengê xwe bilind bikin û hestiyar tev bigerin. Piştî axaftinan Hevserokê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) yê Stenbolê Ali Riza Bilgili daxuyanî xwend û bal kişand ser daxwazên girtiyan. Bîlgîlî, anî ziman ku çalakiya girtiyan di roja 56'an de berdewam dike û xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan bê bersîvandin. Bilgili, xwest êdî çalakiyê li kolanan belav bikin û bigînin hemû beşên civakê û wiha got: "Ji bo girtî dawi li çalakiyê bibînin divê berî her tiştî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan bi dawî bikin. Divê zext û zordariya li ser girtîgehan bi dawî bikin. Divê dorpêça li ser gundan û operasyonên siyasî û leşkerî yên li herêmê bi dawî bikin. AMED Li Amedê jî çalakiya greva birçîbûnê ku di 10'ê Nîsanê de bi 20 kesan dest pê kir, di roja 2'yemîn de berdewam dike. Çalakî, li salona Vedat Aydin a li avahiya DBP'ê ya Amedê berdewam dike. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Parlamentera HDP'ê ya Berê Mulkiye Birtane jî di navde gelek kesan kom ziyaret kir. Li 16 girtîgehan 171 girtiyên siyasî ji bo daxwazên xwe çalakiyê berdewam dikin. Li girtîgehan rewşa çalakiyan wiha ye: Girtîgeha Şakranê: 56 roj, Girtîgeha Sincan : 48 roj, Girtîgeha Tekirdağ : 35 roj, Girtîgeha Tarsus : 28 roj, Girtîgeha Bolu : 16 roj, Girtîgeha Antalya : 13 roj, Girntîgeha Hatay : 11 roj, Girtîgeha Kepsut: 8 roj, Girtîgehea Duzce : 8 roj, Girtîgeha Ceyhan : 8.roj, Girtîgeha Bayburt : 8 roj, Girtîgeha Menemen :7 roj, Girtîgeha Gebze : 7 roj, Girtigeha Silivri : 7 roj, Girtîgeha Bandirma : 7 roj, Girtigeha Kiriklar : 6. roj,