Komeke nîjadperest êrîşî standa HDP'ê kir: 3 kes birîndar bûn 2017-04-11 18:16:05 AYDIN - Li navenda Aydinê, komeke nîjadperest êrîşî standa HDP'ê ya hilbijartinê kir. Di êrîşê de 3 endamên HDP'ê birîndar bûn û her wiha 3 kes jî hatin binçavkirin. Li Qada Bajêr a Aydinê, komeke nîjadperest bi berzkirina dirûşmeyan bi kevir, dar û kêran êrîşî standa HDP'ê ya hilbijartinê kir. Di êrîşê de stand bi temamî perçebû, afîş û pankartên li standê daliqandî bûn hatin rakirin. Her wiha di êrîşê de 3 endamên HDP'ê yên navên wan nehatin zanîn birîndar bûn û her sê kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Piştî êrîşê, polîsên çewîkê hawirdora standa HDP'ê dorpêç kir û her wiha hat dîtin ku, koma nîjadperest li pişt polîsan kevir avêtin HDP'iyan û heqaret li wan kirin. Ji dêvla ku polîs êrîşî koma nîjadperest bike, mudaxileyî HDP'iyan kir. Di mudaxileya polîsan de 3 endamên HDP'î hatin binçavkirin. Li hawirdora standê hîn jî rageşî heye û her wiha endamên HDP'iyan dubare pankartên xwe li standê daliqanin. Koma nîjadperest hîn jî dirûşmeyan berz dike.