Mumcu: Dihat gotin ku tiştên bi ser rojnamegerên kurd hatine nayê serê Cumhuriyetê 2016-11-29 10:37:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Ozgur Mumcu ku bi SErokomarê Almanyayê Gauck re hevdîtin pêk anî bal kişand ser zexten li ser çapemenî û xwe îfadekirina azad û bi gotinên "Tiştên hatin serê rojnamegerên kurd dihizirîn ku dê bên serê çapemeniya sosyalîst. Digotin dê neyê serê Cumhuriyetê. Lê dibe" bal kişan ser kêmbûna piştevaniyê. Serokomarê Almanyayê Joachîm Gauck, xwdiyên Xelata Nobela Alternatîf li Qesra Bellevue pêşwîzî kirin û bi Ozgur Mumcu ku li ser navê rojameya Cumhuriyetê li wir bû re derbarê geşedanên Tirkiyeyê axivî. Rojnameger Mumcu diyaloga di navbera wî û Serokomar Gauck de ji DW Tirkî re vegot. Mumcu da zanîn ku wan derbarê rewşa Almanyayê ya li Tirkiyeyê wê çawa be de axivîne. Mumcu, anî ziman ku Gauck pirs ji wî pirsîne û wiha got: "Birêz Gauck, pirsên wekî 'Tirkiye piştî 3 yan jî 5 salan dê ber bi kuve biçe? Ji min pirsî. Min jî got ji bo Tirkiyeyê 3 yan jî 5 sal demekî gelek dirêjin û her tişt zu tê guhertin." Mumcu, derbarê guherîna helwesta siyasetmedarên Alman ên ji ber piştî operasyonên li dijî HDP'ê û Cumhuriyetê û binpêkirinên mafan bêndegbûna xwe xirakirin, Tirkiye bi zimanekê tund rexne kirin û deriyên xwe ji rojnameger û akademîsyenan re vekirin de wiha got: "Ev nîşan dide ku diyaloga bi Tirkiyeyê re hatiye danîn kêrî tiştekî ne hatiye. Wekî çareya dawî yê, kar diqede û hêvî xelas dibe ye. Ev ji bo Tirkiyeyê cihê xenginiyê ye." Mumcu, bi lêv kir ku metirsiyên pêvajoya li Tirkiyeyê berdewam dikin û wiha axivî: "Destpêkê ji derdorên ji we dur destpê dikin. Hun dihizirin ku dor nayê we. Em dihizirîn ku dibe dê bê serê rojnamegerên kurd û sosyalîst. Lê me digot nayê serê Cumhuriyetê. Lê dibe. Sibe duzbe dê bê serê gruba Dogan jî. Êdî ev pêl bi pêl mezin dibe. Ger destpêkê piştevanî hatiba nîşandan dê ne hatibana vê astê. Em ê niha bibin asteng lê ev pir zehmete." 29.11.2016 - 10:36:25