Onder: Em tecrîdê rawestînin, xwedî li daxwazên girtiyan derkevin 2017-04-11 19:12:39 AMED - Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, di çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de û siyasetmedaran ve ji bo piştevaniyê hat destpêkirin de axivî û wiha got: "Bi pergala tecrîda Îmraliyê re dixwazin Birêz Ocalan îzole bikin. Divê her kes xwedî li daxwazên girtiyan derkeve." Li girtîgehan greva birçîbûnê ya bê dem û doveger di roja 56'emîn de didome. Li gel vê li Amedê malbatên girtiyan û siyasetmedar ji bo piştevaniyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Greva birçîbûnê ya malbatan di roja 2'yemîn de didome. Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, rêveberên HDP û DBP'a bajrêr û navçeya Peyasê û gelek welatî li Eywana Konferasê ya Vedat Aydina li avahiya DBP'a Amedê, serdana kesên beşdarî greva birçîbûnê kirin. Onder di serdanê de axivî. Onder, dest nîşan kir ku hemû daxwazên siyasî, însanî û çandî yên girtiyan daxwazên wan in jî û wiha got: "Em ê heta dawiyê şopdarê van daxwazan bin. Em ê vê piştevanî û têkoşînê xurt bikin. Ev tenê deyneke ji bo me. Sedema hebûna me ye. Yanî evqasî zelal e. Divê her kes vê wisa bizanibe." ‘XWEDî LI ÇALAKIYA GIRTIYAN DERKEVIN' Onder, balê kişand ser şert û mercên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî tê de ne û wiha domand: "Dixwazin bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê re Birêz Ocalan îzole bikin. Di riya siyaseta aştî û demokratîk de ew înîsiyatîfa û vîna hêzdar bi çalakiyên li girtîgehan pêk hatibû. Bila tu kes van çalakiyan bi binpêkirinên mafan sînor nekin. Hevrêyên me yên li girtîgehan, ji ber doza aştî, azadî, wekhevî û edaletê dikin li wir in. Mayîna wan a li wir nayê wateya ku ew ê dev ji van daxwazên xwe berdin. Divê raya demokratîk û gel xwedî li van grevan derkevin, lê tenê ne wek serdana 'pîroz be'. Divê van daxwazan li her qadên jiyanê bidin der."