35 zarokên li Dêrikê hatibûn îstismarkirin anîn Amedê 2017-04-11 21:25:45 AMED - Li dibistaneke navîn a Dêrikê, xedemeyê disbitanê M.Ş.Y. 35 zarokên temenên wan di navbera 6-12 salan de îstismar kiribûn. Hat hînbûn ku, 35 zarokên hatibûn îstismarkirin ji bo muayeneyê anîn Amedê. Li Dibistana Navîn a Gundê Kevirşînê ya Dêrika Mêrdînê, 35 xwendekarên ku temenê wan di navbera 6-12 salan de rastî îstismara zayendî ya xedemeyê dibistanê M.Ş.Y. (43) hatibûn. Hat hînbûn ku, her 35 zarokên keç anîne Nexweşxaneyên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê. Hat hînbûn ku, li ser daxwaza dozgerê lêpirsînê dişopîne, ji bo rapora têkildarî tenduristiya ruhî û bendenî zarok anîne Nexweşxaneyên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê. Dê dozger li gor rapora bijîşkan, lêpirsînê bi rê ve bibe.