Eniya Na'yê: Sindoq emanetî te, welat emanetî te 2017-04-12 09:08:23 ENQERE - Bi nêzîkbûna referandûmê re, di warê ewlehiya sindoqan de xebatên partiyên siyasî û tevgerên aktivîtên dildar ber bi dawîbûnê ve diçin. HDP û CHP, dê roja hilbijartinê bi sedhezaran peywirdar û pergala şopandina sindoqan sindoq û dengan biparêzin. Hedefa tevgerên aktivîstên dildar jî ew e ku karên dengdayînê bi awayekî ewleyî pêk bê. Bi nêzîkbûyîna referandûmê re, eniyên "Na" û "Erê" rojên xwe yên dawî dê li qadan derbas dikin. Li gel vê, eniya "Na"yê û tevgerên aktivîstên dildar ên serbixwe ji bo dema dengdayînê û piştî dengdayînê rewşên neyînî xwe nedin der ji niha ve tevdîr girtine. HDP û CHP, ji bo rê li ber mudaxaleya encamên sindoqan bigirin, pergalên şopandina sindoqan ên taybet bi pêş ve xistine. Ji bo mudaxaleya rewşên neyînî yên di dema dengdayînan de jî bi sedhezaran peywirdarên sindoqan û muşahid hatine peywirdarkirin. DÊ CHP BI 300 HEZAR PEYWIRDARÎ LI QADÊ BE Alîgirê Serokatiya Giştî ya CHP'ê Erdal Aksunger, têkildarî vê mijarê agahî dan dîhaberê û dest nîşan kir ku, ew ê roja hilbijartinê bi 300 hezar peywirdarî sindoqan biparêzin. DÊ HER SINDOQ KÊLÎ BI KÊLÎ BÊ ŞOPANDIN Aksunger, diyar kir ku wan di hilbijartinên 2015'an de bi bernameyeke nivîsbarî encamên sindoqan dişopand, wan ji bo refernadûmê jî ev bernam erojane kiriye û got, ew ê li 81 bajarî û 970 navçeyî bi vê bernameyê encamên sindoqan bişopînin û kêlî bi kêlî berawirdî encamên YSK'yê bikin. ‘DIVÊ PÊŞÎ MIROV BIÇE SER SINDOQAN Û DENG BI KAR BÎNE' Aksunger, diyar kir ku dibêtiya mudaxileya encamên sindoqan gengeşeyî ye û got, divê welatî bi dilekî rihet dengê xwe bi kar bînin. Aksunger, dest nîşan kir ku di warê ewlehiya sindoqan de, tevdîra herî girîng ew e ku, peywirdarên sindoqan û muşahid divê li ser sindoqan bin, têkildarî encaman girtekên bi îmzeya şil wergirin û rê li be rher cure manîpulasonê bigirin. ‘EM Ê HEMÛ DENGAN BIPARÊZIN' Aksunger ê ku ji bo roja dengdayînê got "Her tim îhtimala tevlîheviyekê heye" anî ziman ku, divê wê rojê welatî biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin. Aksunger, anî ziman ku li gel amadekariyan, ew ê wê rojê ji bo ewlehiya sindoqan li qadan bin û got, encam çi dibe bila bibe ew ê wê rojê xwedî li hemû dengan derkevin. HDP ZÊDEYÎ 100 HEZAR ENDAMÊN LIJNEYÊ Û MUŞAHÎD PEYWIRDAR KIRIN Her wiha dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî wê rojê ji bo rê li ber her cure mudaxileyan bigire, bernameyeke nivîsbarî bi pêş xistiye. Dê li vir encamên sindoqan bo encamên YSK'ê re bên berawirdkirin. HDP jî ji bo ewlehiya sindoqan zêdeyî 100 hezar peywirdarên sindoqan û muşahid diyar kirine. Dê li Enqere, Amed û Stenbolê 3 maseyên krîzê ava bike û dê li van maseyan zêdeyî hezar parêzer cih bigirin û rê li ber her cure tevgerên neyînî bigirin. DÊ TEVGERÊN SERBIXWE JÎ LI QADAN BIN Roja hilbijartinê, tenê ne partiyên siyasî, her wiha dê bi sedan aktivîstên dildar ên tevgerên cuda jî li qadê bin. Oy ve Otesi, Oy’um Guvende, Demokratik İtiraz Hareketi, Hayır ve Ötesi û gelek avahiyên cuda, ev demeke dirêj e ji bo ewlehiya sindoqan xebatan bi rê ve dibin. Dogan Ergun, anî ziman ku ew wek "Hayir ve Otesî" zêdeyî du mehan e amadekariyan dikin û wiha got: "Wek ku ji navê me jî diyar dibe, em serbixwe ne lê ne bêalî ne. Em wisa difikirin ku ev referandûm ne ew refernadûme ku mirov bê alî be û hedefa me ew e ku em dengên 'Na'yê biparêzin." 'JI NIHA VE 'NA' BI SER KETIYE' Ergun, diyar kir ku hîn jî xebatên wan didomin û bi dehezaran dildarên wan hene. Ergun, dest nîşan kir ku ew parastina sindoqan wek peywira welatîbûnê dibînin. ‘SINDOQA EMANETÎ TE, WELAT EMANETÎ TE' Ergun, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê ev hilbijartin hilbijartineke ku di şert û mercên newekhev de çêdibe û got, ji niha ve "Na" bi se rketiye. Ergun, anî ziman ku ew ê roja referandûmê heta encam neyên eşkerekirin, divê hemû welatî dev ji peywira xwe bernedin. Ergun wiha domand: "Kes ji me nikare bibêje, sindoqa di ewlehiyê de ne. Lê belê gelekî ku nikaribe dengê xwe biparêze dê ji bo pêşeroja welat nebe xwedî gotin. Li hemberî me îktîdarek faşîzan û çewisîner heye. Îjar a ku dikeve ser milê me ew e ku, em sindoq û dengan wek rûmeta xwe bibînin û wan biparêzin. Wek HAYIR ve Otesî em ji serî de ji welatiyê xwe re vê dibêjin; 'Sindoq emanetî te, welat emanetî te.'"