Dêjnik, Pûng û Sîrîm li ber qedandinê ne! 2017-04-12 09:09:43 RIHA - Sîrîm, kereng, dêjnik, tirşo û pûnga ku ji ber dermanên çandiniyê tên tunekirin, ji Qerejdaxê tên û sifreyên rihayiyan dewlemend dikin. Di salên dawî de ji ber dermanên zîraiyê nebatên wek sîrîm, kereng, dêjnik, tirşo û pûng tune dibin. Lê ev nebatên ku li erdnîgariya Qerejdaxa Sêwregê dermanên zîraî daxilî wan nebûne, sifreyên rihayiyan dewlemend dikin. Abduşşkadir Sarikuş (36) ê 20 sal in ku li xaçerêya bazara kevn a Halîliyeya Rihayê zenbze û fêkiyan difirşe, diyar kir ku berhevkirina sîrîm û nebatên din gelekî zehmet e. Sarikuş, dest nîşan kir ku şert û mercên gihaştina her nebatî cuda ye, jinên gund ji herêma Qerejdaxê berjev dikin, ew jî ji wan dikirin û wiha domand: "Li gundan kalik û pîrên me vana dixwarin. Di navbera 40-50 rojî de diqedin. Bi piranî li deverên ku genim, nîsk lê şîn tên û li deverên qeraçî şîn tên. Em kereng, dêjnik, tirşo û pûngê bi 5, sîrîmê jî bi 12 lîreyan difiroşin." LI HERANÊ NEMAN Cemal Çelik (30) yê li bazarê sîrîmê kirî wiha axivî: "Zarokatiya min li Deşta Heranê derbas bû. Tê bîra min dema biçûk bûm, ev nebat li nav erdê me şîn dihatin. Lê mixabin niha ji ber dermanên çandiniyê şîn nayên. Niha pir hindik tên, ji ber vê em pir peyde nakin. Ji ber hindik tê, tu bikî nekî buhayê wan jî zêde ye. Lê her çi qas buhayê wan zêde be jî em dikirin. Dayikên me bi van nebatan xwarin ji me re çêdikirin. Ne mumkun e ku meriv tahma wan xwarinan ji bîr bike. Fêdeya wan zêde ye, lê em niha pir peyde nakin. Tenê di biharê de dema em li bazaran rastî wan bên dikirin." Li Gundê Qisasê yê girêdayî anvenda Rihayê ye û tirkmen lê dijîn, Mustafa Înal (43) jî sîrîm kirî û wiha got: "Em bi vana mezin bûn. Diya min ji vêna caciq çêdikir, mirov jê têr nedibû. Kereng jî wisa ye, di nav girarê de tê bikaranîn." Înal, dest nîşan kir ku ev 20 sal in ji ber dermanên li nav erdan tên bikaranîn êdî ev nebat şîn nayên û wiha axivî: "êdî em li nav erdan rastî wan nayên. Hema bêje li herêmê neslê wan li ber qedandinê ye. Yanî bi tunebûyîna van nebatan re dewlemendiya sifreyên me qediya. Tê bîra min em zarokên taxê tevî dayikên xwe diçûn û me sîrîm berhev dikir. Me li çiyayan jî kereng berjev dikirin. Mesela dêjnik jî wisa ye, ji bo seletê û caciqê bivê nevê ye."