Aslan: Her kes ji bo pêşeroja me 'Na'yê bi kar bîne 2017-04-12 09:10:23 MÊRDÎN - Ji bo referandûmê dê li Mêrdînê hezar û 564 sindoq bên danîn. Ji bo ewlehiya van sindoqan xebatên HDP û CHP'ê didomin. Hevserokê HDP'a Mêrdînê Ali Aslan, anî ziman ku li hemû gund û navçeyan muşahîdên wan hene û wiha got: "Divê her mirovek me destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê 'Na' ya ku ji bo pêşeroja me bi xêr û bêr e bi kar bîne." Li Mêrdînê, dê ji bo referandûmê hezar û 564 sindoq bên danîn. Her wiha ji bo ewlehiya van sindoqan jî HDP û CHP'a Mêrdînê bênavber li gund û navçeyan xebatên xwe didomînin. Rêxistinên bajêr, diyar kirin ku ew ê ji bo kesên ku li derveyî bajêr û navçeyên wê ne, ji bo dengdayînê wesayîtan temîn bikin û bang li gel kirin da dengê xwe bi kar bînin. 'DÊ LI SER HER SINDOQÊ PEYWIRDAREKÎ ME YÊ FERMÎ HEBE' Hevserokê HDP'a Mêrdînê Ali Aslan, diyar kir ku wan li dijî veguhastina hin sindoqên li navçeya Midyad, Dêrik, Kerboran, Stewrê û Qoserê kirine û da zanîn ku, îtiraza wan hatiye qebûlkirin û dê sindoq neyên veguhastin. Aslan, dest nîşan kir ku bi taybetî xwestine sindoqên li gundên ku hilbijêrên HDP'ê lê zêde ne veguhêzînin gundê cerdevanan û wiha got: "Xwestin wan veguhêzînin gundê cerdevanan ên li Dêrikê. Me îtiraz kir û nehişt sindoqan veguhêzînin." Aslan, da zanîn ku 10 navçeyên Mêrdînê hene û wan li hemû navçe û gundên wan muşahid peywirdar kirine û got, ji li gel peywirdarên fermî çavdêr jî hene. Aslan wiha axivî: "Li her navçe, tax û gundan çend sindoq hebin me ew qas kes berpisiyar nîşan dane. Li tevahiya bajêr 530 serokên sindoqan ên HDP'î hene. Ev bi pişkê hatin hilbijartin. Dê li ser her sindoqê hevalên me yên çavdêr hebin. Dema karên dengdayînê biqedin dê hevalên me girtekan binivîsînin û dê bi peywirdarên sindoqan bidin îmzekirin." 'EM Ê JI BO KESÊN MALÊN WAN LI DERVEYÊ BAJÊR IN WESAYÎTAN TEMÎN BIKIN' Aslan, bang li her kesî kir da dengê xwe bi kar bînin û wiha got: "Neçûyîna ser sindoqan tê wateya 'Erê'. Ji ber vê em bi israr dibêjin. Divê her mirovek me destê xwe deyne ser wijdanê xwe xwe û dengê 'Na' ya ku ji bo pêşeroja me bi xêr û bêr e bi kar bîne. Heke kesên ku dengê wan li Nisêbîn, Şirnex an jî li gundan bin bila bên partiya me û navên xwe binivîsînin, em ê roja hilbijartinê wesayîtan temîn bikin û wan bibin ser sindoqan." 'XWESTIN GUNDÊN MEZIN NEQLÎ GUNDÊN BIÇÛK BIKIN' Serokê CHP'a Mêrdînê Mahmut Duyan jî, diyar kir ku bênavber xebatên wan ên ji bo ewlehiya sindoqan didomin û wiha axivî: "Xwestin sindoqê hin gundên mezin ên ku 800, 600, 500 dengên wan hene, veguhêzînin gundên biçûk. Me îtiraz kir û YSK'yê di leha me de biryar da. Dê xebatên me yên bi vî rengî bidomînin." 'GEFAN LI KEYAYAN DIXWIN' Duyan, bang li hemû welatiyên ku şik û gumanên wan hene kir û got, AK Partî keyayên gundan kom kirine û gefên heke "Erê" dernekeve ew ê xizmetê ji bo wan nekin li wan xwarine û wiha domand: "Ji ber vê li ser mirovên me tirsa ku dê xizmet neyê kirin heye. Bi taybetî li deverên ku qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin ev pirsgirêk heye. Lê heta ku em karibin em ê li dijî vê bitêkoşin."