Çalakgerên grevê: Lezgîn daxwazan qebûl bikin 2017-04-12 09:11:03 WAN - Çalakgerên li Wanê ji bo piştevaniya girtiyên li girtîgehan ên ku dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û doveger kirine, dest bi greva birçîbûnê kirin, xwestin demoldest daxwazên girtiyan ên însanî bên qebûlkirin. Li girtîgehan greva birîbûnê ya bê dem û dorveger a bi daxwaza "Bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" hatibû destpêkirin, di roja 57'emîn de didome. Li Wanê jî, duh malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê û siyasetmedaran ji bo piştevaniya girtiyên ku li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Greva di destpêkê de bi 8 kesan hat destpêkirin. Malbatên ku tevlî çalakiya grevê bûn anîn ziman ku, ji bo ji girtîgehan agahiyên nebaş neyên, divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊ ME NE' Rêveberê HDP'a Wanê Mehmet Baykuş ê di çalakiya grevê de cih digire, diyar kir ku li ser girtiyan çewisandineke zêde heye û wiha got: "Me jî ji bo piştevaniya girtiyên ku li dijî van çewidandinan ketine greva birçîbûnê, dest bi grevê kir. Hemû daxwazên girtiyan daxwazên însanî û wijdanî ne. Daxwazên wan daxwazên me ne. Daxwaza me ya herî mezin jî ew e ku dawî li tecrîda li ser mîmarê aştiyê Ocalan bê. Heta ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin dê çalakiya me bidome." ‘BILA HER KES BI HESTIYARÎ TEVBIGERE' Ji çalakvanan Baki Ozcan ê got "Ji bo dawî li tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê û ji bo piştevanya bi xizmên xwe re me dest bi greva birçîbûnê kiriye" dest nîşan kir ku, daxwazên girtiyan daxwazên însanî ne. Ozcan wiha bang kir: "Berî ku di grevên birçîbûnê de mirin çêbibin, divê her kes bi hestiyarî tevbigere. Bila li girtîgehan mirin çênebe." ‘EM DENGÊ XWE LI DENGÊN WAN ZÊDE BIKIN' Ji çalakvanên greva birçîbûnê Ferhat Aslan jî wiha axivî: "Ez jî li dijî her cure çewisandinan û ji bo balê bikêşim ser rewşa girtiyan û ji bo piştevaniyê ketim greva birçîbûnê. Her kesê ku dibê ez xwedî wijdan im, divê vê berpirsiyariyê bi cih bîne û deng derxîne. Belkî ev çalakiya me hewldaneke biçûk be, lê belê deng li dengê girtiyan zêd edike. Her kesê ku divê ez mirov im, divê li dijî van binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi hestiyarî tevbigere."