Hatin îxrackirin dikana kulîlkan vekirin 2017-04-12 09:11:27 ÊLIH - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Êlihê Mustafa Yurtsever û Rêvebera SES'ê Nuriye Yurtsever ên bi KHK'ê hatin îxrackirin, dikana kulîlkan vekirin. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Êlihê Mustafa Yurtsever û hevjîna wî endama Lijneya Rêveberê Şaxa SES'a Êlihê Nuriye Yurtsever ên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin, 23 salan hem kedkarê cemaweriyê bûn hem jî fealiyetên sendîkayî bi rê ve dibirin. Mustafa û Nuriye Yurtsever ên 3 zarokên wan hene, niha bi navê "Emek Çîçekçî" dikaneke kulîkan vekirine. Yurtseveran diyar kir ku, ev dikan destpêka têkoşîna wan e û wiha gotin: "16'ê Nîsanê dengdayîna 'Na' an jî 'Erê' ya polîtkayên AK Partiyê ye. Em ê bibêjin 'Na'." 'EM Ê BIBÊJIN 'NA'' Pîrika 23 salan Nuriye Yurtsever, anî ziman ku bêyî hinceteke berbiçav bê nîşandan hatiye îxrackirin û wiha axivî: "Tenê gotin hûn li gel komên ku fêdeya wan a ji bo cemaweriyê tune ye ne, hûn hatine îxrackirin. Ez kedkareke 23 salan im. Em ê di warê fêdeya raya giştî de dengê xwe bi kar bînin û ji ber vê em ê bibêjin 'Na'. Çimkî aşkere ye ku îktîdara siyasî ji îktîdarê derketiye û veguheriye dîktatoriya yekzilamî." Yurtsever wiha domand: “Li derveyî pergala heyî, ji bo têkoşînê cih û alternatîfên cuda hene. Navê vê derê dikanek e û tenê ne ya me ye. Em dixwazin ji bo hevalên me yên mamoste û kedkarên tenduristiyê yên wek me hatine îxrackirin bibe hêviyek. Ji ber vê divê em li vir serketî bin û bitêkoşin. Nexwe hebûn tenê ne di nav pergalê de ye, mirov dikare zorê bid eşertên pergalê û ji bo hebûnê bixebite." ‘JI BER EM JIYANEKE DEMOKRATÎK DIPARÊZIN HATIN ÎXRACKIRIN' Teknîkerê Anesteziyê yê 22 salan Mustafa Yurtsever ê hat îxrackirin jî wiha axivî: "Ji ber em tenduristkar in, me her tim anî ziman ku şer di warê tenduristiyê de amûreke rûxandinê ye. Me li dijî şer jiyaneke aştiyane û demokratîk diparast. Bi dorpêçkirinên di demên dawî de gelek wehşet xwe dan der. Me wek sendîka her hewl dida vê wehşê ragihînin raya giştî. Sedema îxrackirina me, wê sekna me ya li dijî şerê li Kurdistanê bû. Li gel domandina van îxracan, polîtîkaya hikûmeta AKP ew e ku civakê, ferdab bi birçîbûn û xizaniyê terbiye bike. Dema em vana hemûyan bidin ser hev, em dikarin bibêjin ku sedema îxrackirina me ev in." Yurtsever, anî ziman ku AK Partî ji bilî xwe tu reng û fikrê qebûl nake û wiha domand: "Me bawer dikir, dê ev polîtîkayên AKP me netepisîne û çokê bi me nede şikandin û sedema vê kargeha ku me îro vekiriye jî ev bû. Wek ku Seyîd Riza gotiye, neçokvedana me ji bo wan bû derd û dê her bibe derd jî. Me bi vî awayî vê bîrbiriya AKP'ê 'heke ez nebim, dewlet nebe dê civak û ferd nikaribin jiyana xwe bidomînin' li valahiyê derxist û me nîşan da ku her tim alternatîfeke me heye." 'KARMENDIYA DEWLETÊ LI LINGÊ ME WEK QEYDEKÊ BÛ' Yurtsever, anî ziman ku karmediya dewletê wek qeydeke ku lingên wan be û wiha axivî: "Di warê siyasetê de li pêş me astengiyek bû û wek amûreke lêpirsînê derdiket pêşiya me. Bi destê AKP'ê ev qeyd ji lingê me hat vekirin. Qada me ya têkoşînê berfireh bû. Me di qada kedê de li ber xwe dide, niha jî hem em di qada kedê hem jî di qada siyasî û civakî de têdikoşin. Em ê jî vê firsendê veguherînin avantajekê û di her şert û mercên têkoşînê de cih bigirin." Herî dawî Yurtsever balê kişand ser referandûma 16'ê Nîsanê û wiha got: "16'ê Nîsanê dengdayîna 'Na' an jî 'Erê' ya polîtkayên AK Partiyê ye. Ez wek kedkarekî heke îxrac nebûnama jî min ê bi hezaran carî bigotana 'Na'. AKP li Kurdistanê bi awayekî faşîzan tevgeriya, em ê jî li dijî van polîtîkayên faşîzan bibêjin 'Na'. Heke em îro nebêjin 'Na', dê sibê şensê 'Erê' û 'Na'yê jî nemîne. Ev pergala ewil û dawîn e. Ji ber vê divê tewra me zelal be."