Li girtîgeha Sêrtê jî 8 girtî ketin grevê 2017-04-12 09:11:59 SÊRT - 8 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sêrtê, ragihandin ku ji 10'ê Nîsanê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye. Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, bi riya malbatên xwe ragihandin ku wan ji 10'ê Nîsanê ve bi daxwaza "Bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye û heta ku daxwazên wan bên cih dê çalakiyê bidomin ‘EM NIKARIN TECRÎDÊ QEBÛL BIKIN' Girtiyên ku bi riya malbata xwe name şandin wiha gotin: "Bi operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve di sala 2015'an de dest pê kirin, li girtîgehan çewisandin zêde bûn. Tecrîda dermirovahiyî di şexsê Rêberê Apo de girantir kirin. Ji bo me girtiyên siyasî Rêber Apo, hebûn û tunebûn e. Rêber Apo, xeta me ya sor e. Asta ku tecrîd gihaştiyê, ji aliyê me ve êdî nayê qebûlkirin. Em vê qebûl nakin." Di nameyê de hat diyarkirin ku wan ji 13'ê Adarê ve dest bi çalakiyan kiriye û wiha hat gotin: "Me di 13'ê Adarê de wek komeke 5 kesî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye. Ji ber vê 5 hevalên me yên di greva birçîbûnê de di 17'ê Adarê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê hatin kirin. Paşê, bi 7 kesan koma me ya duyemîn grevê dewr girt. Paşê jî bi 5 kesan koma me ya sêyemîn grevê dewr girt. Van hevalên me di 10'ê Nîsanê de dest bi grevê kirine." DI 10'Ê NÎSANÊ DE 5 KES DEST BI GREVÊ KIRIN Girtiyan di nameyê de ragihand ku, wan biryara greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger daye û ji 10'ê Nîsanê ve wan bi 5 kesan dest pê kiriye û wiha gotin: "Ji ber qetlîam û qirkirinên li ser gelê kurd bi dawî nabin, wan biryara greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger daye." Navê girtiyên ku ji 10'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne ev in: Şerif Gungen, Zekeriya Seven, Zeki Cengiz, Yavuz Odumlu, Mustafa Gunduz. 14 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE Her wiha Sevim Ekin jî ji 28'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ye. Hat ragihandin ku dê di 12'ê Nîsanê de jî koma duyemîn dest bi grevê bike. Dê di koma duyemîn de Naime Kaplan û Kubra Çelik cih bigirin.