Çand û dîroka Sûrê bi avahiyên nû winda dikin 2017-04-12 09:12:40 AMED - Avahî û warên li navçeya Sûrê di qedexeya derketina derve de bi tang û topan bi awayekî zêde hatibû texrîbkirin. Niha jî bi çêkirina avahiyên nû nasnameya çandî bi dîrokî diguherînin. Li navçeya Sûrê ya Amedê di 2'yê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û tam 103 rojan qedexe û operasyon domandin. Her wiha ji 10'ê Adar 2016'an û vir ve jî li 6 taxên navçeyê rûxandin didome û li van taxan hema bêje kevir li ser kevir nemaye. Navçeya ku ji mirovan hat xalîkirin, ji ber guleyên top û tangan hat serobinokirin. Piştî biryara îstîmlaqkirinê, li taxên ku qedexe lê didomin, malên hatibûn texrîbkirin û hindik jê xesar dîtibûn hemû hatin rûxandin. Tevî Wezîrê Hawirdor û bajarsaziyê Mehmet Ozhaseki erkana dewletê di bin navê "Ji bo Sûrê Bismillah" di 4'ê Çileyê de xebatên înşeatê danbûn destpêkirin. ‘ÎNŞEATÊN TÊN ÇÊKIRIN NE TEXLÎD IN' Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Mucahit Polat, yek ji wan kesan e ku navçeya Sûrê ji nêz ve nas dike. Polat, li hemberî dîmena ku derketiye holê anî ziman ku, ew nizane dê çi bibêje û got, li tu deverê cîhanê mîmariyeke wek a Sûrê tune ye. Polat wiha behsa malên li Sûrê kir: "Di deriyeke mutewazî re mirov dikevin malên ku ji derve re girtîne. Bi van deriyan re mirov pêşî dikeve holeke biçûk û paşê dikeve hewşa malan. Hewş wek harema malê ye. Ji der ve ne hewş û ji hewşê jî derve nayê xuyakirin. Her wiha bi heman awayî pacên wan jî li kuçeyan nanihêrin. Lê belê, ev malên ku niha tên çêkirin bi tu awayî naşibin malên Amedê yên dîrokî. Yanî dema ez li malan dinihêrim serweriya mîmariya selçûkiyan, Safranbolû tê ber çavên min." 'DIXWAZIN SÛRÊ JI NASNAMEYA WÊ DÛR BIXÎNIN' Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin jî, anî ziman ku avahiyên tên çêkirin bi temamî karekî betornarmeyî ye û got, ev li dijî nasnameya kozmopolît a Sûrê êrîşek e. Aydin, dest nîşan kir ku bi tu awayî serî lê nêrîna Amedê nedane û got, proje li Enqereyê ji aliyê kesên ku qet Amedê nedîtine hatine amadekirin. Aydin, diyar kir ku malên ku tê payîn dê di 2 salan de biqedin, bi tu awayî xîtabî mîmariya Sûrê nakin û got, bi vê re dê Sûrê ji nasnameya wê dûr bixînin.