Wezîr Soylu xwe derewand 2017-04-12 10:41:17 AMED - Di 11'ê Nîsanê de li Midûriyeta Hêzên Çevîk a Amedê teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. Têkildarî bûyerê jî 5 kes hatin binçav kirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu duh got "Di tamîna panzêrê de teqîn pêk hatiye." Soylu îro gotina xwe ya duh derewand û got. "Tunel kolandine û teqemenî bi cih kirine. Di 11'ê Nîsanê de li avahiya Midûrieta Polîzên Hêzên Çevîk û TEM'ê ya li navçeya Rezan a Amedê teqîn pêk hatibû. Di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn. Têkildarî bûyerê 5 kes hatin binçavkirin. Têkildarî bûyerê jî 5 kes hatin binçav kirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu duh got "Di tamîna panzêrê de teqîn pêk hatiye." Soylu îro gotina xwe ya duh derewand û got. "Tunel kolandine û teqemenî bi cih kirine. Soylu, diyar kir ku Walitiya Amedê dê têkildarî bûyerê daxuyaniyê bide. Piştî di ser bûyerê re 24 saet derbas bûn, Wezîr Soylu di bernameyeke televizyonê de gotinên xwe yên duh derewand û wiha got: "Me destpêkê de got qey ev teqîn di encama temîrkirina panzerê de çêbûye. Lê piştî ku me lêkolîn zêdetir kir derket holê ku tunel hatiye kolandin û êrîş bi teqemeniyê pêk hatiye. Di vê teqînê de teknisyenek me di bin xirbe de ma û 10-12 birîndarên sivik hene." Polêsên birîndar yên bi navê Burhan Mercan û Cengîz Tekin jî li nexweşxanê mirin.