Wezîrê Edaletê berisvê nade ‘Heyeta Şopandinê’ ya TTB’ê 2017-04-12 14:50:37 ENQERE - Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Selma Gungor diyar kir ku wan xwestiye der barê grevên birçîbûnê de ‘Heyeta Şopandinê’ ava bikin, lê Wezîrê Edaletê bersivê nande serlêdana wan. Gungor piştrast kir ku li gel vê jî wan bi hekîmên li du girtîgehan re hevdîtin pêk aniye û dê çawa nêzîkî girtiyên di grevê de bibin ji wan re daxwazên xwe parve kirine. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji hêla dîlên azadiyê ve hatine destpêkirin, ev nêzî du mehan e bi tevlibûna komên nû berdewam dike. Endama Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Selma Gungor da zanîn ku çend roj ma ku grev bikevin meha duyemîn û got ku rewş her ku diçe xirabtir dibe. PIŞT 40 ROJAN BANDORÊ LI LEBATÊN LAŞ DIKE Gungor der barê grevê de agahî da û diyar kir ku di grevên birçîbûnê de tenê enerjiya ku laş pêdiviyên xwe derbas bike tê girtin û wiha got: “Ji bo laş xwe nû bike zat nayê wergirtin. Bi karanîna depoya laşî re xwe qedandin dest pê dike. Piştî 40 rojan êdî lebat dest bi helandinê dikin. Destpêkê lebatên dengbihîstinê pê bandor dibin, pergala mehandinê, di rojên pêş de bandorê li ser dil û mêjî dike. Ev qalîteya jiyana kesayetiyê dixe, jiyan dikeve xetereyê. Dibe sedema nexweşiyên mayînde.” ‘WEŞÎRÊ EDALETÊ BERSIV NEDA’ Gungor destnîşan kir ku beyî ku pirsgirêkên cidî rû bidin, divê bi girtiyan re hevdîtin bê kirin û der barê heyetên ku hatine avakirin de jî ev agahî da: “Di vê navberê de ji bo em ‘Heyeteke Şopandinê’ ava bikin, me xwest em bi Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin, lê tu bersiv nedan me. Em wekî ‘Heteya Şopandinê’ dixwazin der barê tenduristiya girtiyên di grevê de hevdîtinê bikin.” HEVDÎTINA BI DOZGERÊN GIRTÎGEHAN RE Gungor derbirî ku piştî ji Wezîrê Edaletê bersiv nehat ew wek odeyên girêdayî TTB’ê wan di nava 2 hefteyan de li girtîgehên Şakran û Sîncanê bi hekîman re hevdîtin pêk aniye û wiha pê de çû: “Di çarçoveya hevdîtinê de hekîmên hevalên me, bi hekîmên li girtîgehan re hevdîtin pêk anîn û der barê rewaşa girtiyan de agahî da. Bi taybetî me da diyarkirin ku divê muaneyên ji piştê ve kelepçekirî û muameleyên xirab neyên kirin. Dîsa heke girtiyên ku rewşên wanên cuda hebin, divê dermanên wan bên guhertin, ev bi taybetî hat vegotin. Girtiyan bi vîna xwe dest bi vê grevê kirine, divê ji derveyî vîna wan tu tişt li ser wan neyê ferzkirin. Hem di aliyê etîkî û hem jî di aliyê tenduristiyê de hevdîtinên me çêbûn. Me ‘Heyeta Şopandinê’ ava nekir, lê hekîmên hevrêyên me bi hekîmên li girtîgehan re hevdîtin kirin.” Gungor piştrast kir ku ew dê bi hekîmên li girtîgehên din re jî hevdîtinê pêk bînin. ‘TIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN Û GREV BI DAWÎ BIBE’ Gungor herî dawî aşkera kir ku greva birçîbûnê dê di aliyê tem, bihistin û dîtinê de bandoreke neyînî li ser lebatan kesan bike û niha rewş gelekî krîtik e û axafina xwe wiha bi dawî kir: “Divê grevên birçîbûnê demek ji ya din zûtir bi dawî bibe. Beyî ku mirinek pêk bê divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.” Gungor got ku ew di hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re bi israr in û dê ji bo hevdîtinê careke din serî lê bidin.