Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî kêr kirin 2017-04-12 15:21:06 STENBOL - Belavkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bekir Ugur, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat kêrkirin. Kesên nasameya wan nediyar Belavkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Bekir Ugur, kêr kirin. Ugur, dema li semta Ferikoy ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê rojname belav dikir, rastî êrîşa bi kêran hat. Ugur, dema rojname belav dikir 2 koman bi kêran li hev xistin. Dema xwest kesan ji hev cuda bike rastî êrîşa kesên bi kêr hatin. Ugur, rakirin nexweşxaneyê.