Ji kedkaran heta siyasetmedaran ji bo 'Na' li kolanan in 2017-04-12 17:09:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji siyasetedaran heta kedkaran û nûnerên saziyên sivîl ên civakî ji bo "Na" li kolanan in. Li gelek bajar û navçeyan kom bi kom li gundan û esnafan digerin û daxuyanî didin, belavokan belav dikin û xebatên "Na" dimeşînin. Ji referanduma Qanûna Bingehîn a 16'ê Nîsanê re 4 roj man. Bi nêzîkbûna eferandumê re eniya "Na" xebatên xwe bi şev û roj li gund, navçe û bajaran dimeşîne. Eniya "Na" tevî hemû astengiyên li pêş xwe "Na" bi rêxistin dike. Li Mêrsîn, Wan, Colemêrg, Amed, Şirnex û Mêrdînê xebatên "Na" yê hatin meşandin. ŞIRNEX Parlementera HDP'ê ya Şirnex Leyla Birlik, Hevseroka HDP'ê ya Şirnex Zeynep Onat û rêxistinên HDP û DBP yên Elkê di çarçoveya xebatên referadûma 16'ê nîsanê de jî gundên Bêrman, Melêsê, Hemka, Bate û Pîrosa ku sindoqên dengan wan bi hinceta ewlehiyê rakirine gundê Çemanê ziyaret kirin. Di ziyareta HDP'î bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Gundiyan ji HDP'iyan re gotin ji ber girtina Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş ew ê biçin ser sindoqan û bibêjin "Na" Li her gundê ku HDP'iyan ziyaret kir zarokên gund li hev kom bûn û bi yek dengî gotin ku gundên wan dê bibêjin "Na", "Na", "Na" Gundiyan, dan zanîn ku her çiqas sindoqên li gundên wan hatibin rakirin jî roja referadûmê bi derfetên xwe ew ê dengê xwe bikar bînin. MÊRSÎN Platforma Şaxan a KESK'êya Mêrsînê di çarçoveya xebatên referandumê de li Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê civîna çapemeniye pêk anîn. Li salona Cemiyetê pankarta "Kedkarên Cemaweriyê ji Rejîma Yek Zilamî re dibêje Na" vekirin. Berdevkê Demî yê Platforma KESK'ê Îmam Ozdemir, anî ziman ku 103 hezar kedkarên cemaweriyê neheq ji kar hatine dûrxistin û îxrackirin û ew dê ji bo aştî, demokrasî û edaletê bêjin "Na". WAN Li Wanê jî banga mîtînga "Na" ya di 14'ê Nîsanê de li Wanê pêk bê kirin. Rêxistina HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anîn. Cîgirê Hevserokê Gişti yê HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, Parlamentera HDP'ê Bedia Ozgokçe Ertan û rêveberên HDP û DBP'ê amade bûn. Parlamenter Nadir Yildirim, anî ziman ku di çarçoveya xebatên referandumê de li hemû gund û navçeyan geriyane û xwe gîhandine her kesan. Yildirim, anî ziman ku we dê di 14'ê Nîsanê de mîtînga fînalê li Wanê û di 15'ê Nîsanê de jî mîtînga fînalê li Amedê pêk bînin û xwest her kes beşdarî mîtînga Wanê ya 14'ê Nîsanê bibin. Yildirim, anî ziman ku Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu tev li mîtîngê bibe û xwest her kes saet di 11.00’ê 14'ê Nîsanê de li qada Parka Musa Anter beşdarî mîtîngê bibe. COLEMÊRG Li Colemêrgê jî banga mîtînga ku di 13'ê Nîsanê de li Otogara Şaredariyê pêk bê hat kirin. Komîsyona referandumê diyar kir ku dê Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, Parlamenterên HDP'ê Dilek Ocalan û Adem Geverî dê beşdarî mîtinge bibin. Komîsyonê piştî gund ziyaret kirin îro jî li nava bajar li esnafan belavok belav kirin û banga tevlêbûna mîtîngê kirin. GEVER Li navçeya Geverê jî, ji bo mîtînga ku sibê li pêş Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê pêk bê bang hat kirin. Rêveberen HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Geverê civîna çapemeniye pêk anîn û banga tevlêbûnê kirin.b ŞEMZÎNAN/ÇELÊ Li navçeya Şemzinanê jî endam û rêveberên HDP û DBP'ê esnafên navçeyê ziyaret kirin û xebaten "Na" meşandin. Rêveberên HDP, DBP'ê jî bi heman armancê li esnafan belavokên "Na" belav kirin û xwestin her ke biçin ser sindoqan û bêjin "Na". AMED Reveberên HDP û DBP'ê yên Amedê jî ji bo mîtînga 15'ê Nîsanê ku li Qada Îstasyonê pêk bê li navçeyên Sûr, Rezan, Çinarê xebatên "Na" meşandin û banga tevlêbûna mîtîngê kirin. Rêveberên HDP û DBP'ê li Navçeya Sûrê belavokên "Na" û banga mîtînga 15'ê Nisanê li welatiyan belav kirin. Parlamenterên HDP'ê Sibel Yigitalp, Ziya Pir, Rêveberên HDP'ê, li navçeya Çinarê gel ziyaret kirin û xewstin beşdarî mîtingêbibin. MÊRDÎN Li navçeya Qoserêya Mêrdînê jî rêveberên HDP'ê li gundên Qoserê geriyan û 'NA' yê ji gel re vegotin. Heyeta HDP'ê ku ji parlementerên HDP'ê Alî Atalan, rêveberên HDP û DBP'ê pêkdihatin yek bi yek gundên Qoser geriyan. Heyet gundên Zorava, Nuh Awa,Tiltihêmkê , Erad, Girbeşkê, Dirbêsiyê, Xanîsor, Xirxir, Hêliyê, Kerengo, Curnik, Xerab Reş û Xerab Kort ziyaret kirin û ji gel re 'NA'ê vegotin. Heyet ji aliyê gel ve bi coşeke pir mezin hat pêşwazî kirin. Di dema serdana gundan de gel diyar kirin kû ewê bêyî dudilî bibêjin'NA'.