Li Îdirê 14 keya hatin binçavkirin 2017-04-12 20:19:03 ÎDIR - Li navend û gundên Îdirê 14 keya hatin binçavkirin. Îro danê sibehê li navend û gundên Îdirê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 14 keya hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku, li muduriyeta polîsan karê lêpirsîna keyayên ku li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Îdirê hatin binçavkirin didome.