Li Êlihê êrîşeke çekdarî: Kesek mir 2017-04-12 23:49:48 ÊLIH - Li Êlihê, li dijî wesayîteke di rê de diçû êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de kesek mir, kesek jî bi giranî birîndar bû. Li ser riya Hezo-Êlihê, wesayîta ku Suleyman Gultekin (30) ber bi Êlihê ve diajot, ji aliyê wesayîteke din ve rê li ber hat girtin. Piştî rêgirtinê li dijî wesayîta Suleyman Gultekin êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de li cihê bûyerê Gultekîn mir û Seren Gungurdu (29) yê li cem Gultekîn jî bi giranî birîndar bû. Êrîşkar ji cihê bûyerê dûr ket û piştî wesayîtên di rê de hay ji bûyerê bûn sekinîn û gazî ambulansê kirin. Ambulansa ku hat cihê bûyerê Seren Gungordu rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û cenazeyê Gultekin jî rakirin morga nexweşxaneyê.