Encamên sindoqan, encamên qeyûman 2016-11-29 12:35:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta AKP'ê qeyûm tayînî 2 şaredariyên bajarê mezin û 9 şaredariyên ku DBP'ê di hilbijartinên 2014'an de qezenc kirine û tenê şaredariyên Îdir û Agiriyê mane. Hikûmeta AKP'ê ji meha Îlonê ve qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin, şaredariyên 6 bajaran bi giştî 35 şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Herêmên Dekoratîk (DBP) de ne kirin. Piştî hilbirtinên 2014'an 106 şaredarî hatibûn qeûn qezenc kirin û piştî tayînkirina qeyûman niha tenê şaredariyên Îdir, Agirî û hinek şaredariyên navçeyan mane. Qeyûm tayînî şaredariyên bajarê mezin ên Wan, Mêrdîn, Amed û Sêrt, Bedlîs, Dersim, Şirnex û Êlihê hatin kirin. LI BAJAR 988 HEZARAN 888 DENG GIRT Şaredariyên DBP'ê yên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin di hilbijartinên 2014'an de dengê 988 hezar 888 kesan girt û şaredarî bidest xistin. Li gelek bajaran ku AKP di rêza duyemîn de bû, hêjmara şaredariyan li gorî bajaran û hêjamar dengên hatine bikaranîn winahe; Amed: Ji sedî 55.1 - 396 hezar û 215 Wan: Ji sedî 53.1 - 239 hezar û 312 Mêrdîn: Ji sedî 52.2 - 180 Hezar û 420 Êlih: Ji sedî 55.9 - 91 hezar û 231 Sêrt: Ji sedî 49.4 - 30 hezar û 846 Şirnex: Ji sedî 59.6 - 16 hezar û 286 Bedlîs: Ji sedî 43.9 - 9 hezar û 546 Colemêrg: Ji sedî 66.8 - 17 hezar û 788 Dersim: Ji sedî 42.4 - 7 hezar û 244 Qeyûm tayînî şaredaiyên Giyandin, Beşîrî, Sûr, Sûr, Farqîn, Kerboran, Dêrik, Şemrex, Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Îdil, Artemêt, Erdîş, Rêya Armûşê, Qelqelî, Xinûs, Tozan, Dihê, Kop, Pirsûs, Hênê û 2 bajarokên DBP'ê hatin kirin. Qeyûm tayînî şaredariyên bajarê mezin û 26 şaredariyên derveyî bajar ên DBP'ê hatin kirin û li Amedê 13, li Rihayê 4 xebat şaredariyan ji aliyê walîtiyê ve radestî qeymeqam hatin kirin. Piştî tayînkirina qeyûman, tabolya ku derketiye holê, dema mirov bîne li ber nexşeriya ku li gorî hilbijartinên 2014'an hatiye çêkirin dê bibîne ku nexşeriya qeyûmê encama hilbijartinên herêmê hemû guhertiye. 29.11.2016 - 12:29:30