Serokê CHP'î: Ji bo pêşeroja zarokan em biçin ser sindoqan 2017-04-13 09:17:34 ÊLIH - Serokê CHP'a Êlihê Huseyin Yaşar, bang li xwedîderketina sindoqan kir û got: "Ji bo pêşeroja zarokan em biçin ser sindoqan." Her ku referandûm nêz dibe, eniya "Na"yê ji bo xwedîderketina li sindoqan û bi kar anîna dengan xebatên xwe dilezîne. Serokê CHP'a Êlihê Huseyin Yaşar, anî ziman ku ew ê li Êlihê ji bo pêşeroja zarokên xwe û welat sindoqan biparêzin. ‘LI HERÊMÊ DENGÊ 'NA'YÊ ZÊDETIR E' Yaşar, bi bîr xist ku di şert û mercên wekhev de kampanyay hilbijartinê nayê meşandin û got, ji bo "Erê" hemû derfetên dewletê hatine seferberkirin. Yaşar wiha axivî: "Li gel van şert û mercan jî, em li herêmê kampanyayeke 'Na'yê ya cidî bi rê ve dibin. Li herêmê rêjeya dengê 'Na'yê li ser ji sedî 70'yî ye. Texmîna me ew e ku dê li tevahiya Tirkiyeyê jî rêjeya dengê 'Na'yê li ser ji sedî 55'an derkeve." ‘EM Ê DENGDAYÎNA PÊŞEROJA ZAROKÊN XWE BIKIN' Yaşar, dest nîşan kir ku kesên dibêjin "Erê" nizanin ji bo çi wisa dibêjin û wiha domand: "Em ê bi vê referandûmê redengdayîna pêşeroja zarokên xwe û welat bikin. Dê zarokên me bi vê Qanûna Bingehîn a dengdayîna wê bê kirin bijîn. Bi vê pergalê re hemû raye dikevin destê kesekî. Em bi pergal û qanûneke bingehîn a bi vî rengî re rû bi rû ne. Vê pergalê ferz dikin. Tu fêdeya vê qanûna bingehîn ji bo gelê me tune ye. Pergala yekesî û dîktatoriyê ye. Ji ber vê em dibêjin 'Na'." Yaşar, dest nîşan kir ku li Êlihê gelheyeke ciwan heye, gelek jê betal in û wiha axivî: "Li Êlihê 'Na' dê herî zêde bi kêrî ciwanan bê. Heke ciwan bêjin 'Erê' dê bi dîktatoriyê re bijîn. Dê hemû çarenûsa xwe teslîmî kesekî tenê bikin. Lê belê, heke bibêjin 'Na', dê dubare bi pergala parlementeriyê bidomînin. Di Qanûna Bingehîn a heyî de kêmanî hene, lê dê bi ya nû re hemû raye têkevin destê kesekî tenê. Ji dêvla vê qanûneke bingehîn a ku dê pergala parlementeriyê û demokrasiyê hêzdartir bike bê çêkirin." ‘DIVÊ GELÊ ME HAY JI GUHERANDINA SINDOQAN HEBE' Yaşar, li dijî yekkirina sindoqan ên li Êlihê bertek nîşan da û got, ev derhuqûqî ye. Yaşar wiha domand. "Li Êlihê bêyî ku teblîxî rêveberên partiyan û hilbijêran bên kirin, 103 sindoqên 12 taxan kirin yek. Ev derhuqûqî ye. Me îtirazî vê kir. lê belê, îtiraza me nehat qebûlkirin. Divê gelê me hay ji bûyerên wisa hebe." ‘DIVÊ HER KES BIÇE SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BI KAR BÎNE' Yaşar, anî ziman ku ew ê di referandûmê de sindoqan biparizên û hemû welatî vexwandin ser sindoqan. Yaşar wiha axivî: "Bi giştî 672 sindoqên me hene. Dê li bajêr, navçe û gundan li ser sindoqan peywirdarên me hebin. Em ê sindoqan biparêzin. Dê dengê tu kesî vala neçe. Ferq nake ku welatî kîjan dengî tercîh dikin, lê bila dengê xwe bi kar bînin. Bila tu kes nebêje ji xwe em deng bi kar bînin û neynin jî heman tişt e. Bila her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Em ê sindoqan biparêzin, da di referandûmê de 'Na' derkeve."