Esnafên Rezanê: Bila Dibistana Polîsan ji navendê bê rakirin 2017-04-13 09:19:09 AMED - Di 5 mehên dawîn de li hemberî Dibistana Polîsan a li Rezana Amedê du êrîşên bombeyî pêk hatin. Esnafên li derdora dibsitana polîsan diyar kirin ku, ji ber dibistana polîsan di her bûyerê de bi awayekî zêde kargehên wan zirarê dibînin û xwestin, demildest dibistana polîsan ji navçeyê bê rakirin. Li dijî Dibistana Polîsan a ku li Taxa Mevlana Halît a li navçeya Rezana Amedê ye, di nava 5 mehan de du caran êrîşên bombeyî pêk hatin. Ev dibistana ku wek Mudûriyeta Hêzên Çewîk û Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) tê nasîn, ji ber ku li cihekî navendî yê navçeyê ye, di her êrîşê de esnaf û malên welatiyan rastî ziyanek mezin tên. Hem di teqîna 4’ê Mijdara 2016’an de û hem jî di teqîna 11’ê Nîsanê de pêk gelek welatiyên sivîl birîndar bûn û hin welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di her bûyerê de kargeh û avahiyên derdorê jî rastî ziyanek mezin tên û tên rûxandin. Ji ber Dibistana Polîsan, esnafên derdorê jî bêzar bûne û ew daxwaz dikin ku demildest vê dibistana polîsan ji vir bê barkirin. Esnafên li derdora Dibistana Polîsan ku bi salane dixebitin, ji ber ku hem rastî zirara madî tên û hem jî ji ber ewlehiya xwe axivîn û xwestin ku daxwaza wan bê qebûlkirin. ‘HEKE BAR NEKIN ÊM Ê KAMPANYAYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN’ Esnafê bi navê Mahmut Çîçek ku di her du êrîşên li dijî dibistana polîsan de kargeha wî zirareke mezin dît, diyar kir ku heke ewlehiya mirovan dixwazin ne hewceye ku ev dibistan di nav bajêr de be û got, ji bo ku ew zirarê nebînin çareseriya vê yekê ew e ku vê dibistanê ji nav bajêr derbixin û bibin cihekî din. Çîçek anî ziman ku, di her bûyerê de welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest didin, birîndar dibin û got, ji bo teqîn çênebin û esnaf û welatî zirarê nebînin, divê ku ev dibistan ji vir bê barkirin. Çîçek da zanîn ku, heke dibistana polîsan ji vir nebin ji bo ev dibistan ji vir bê rakirin ew ê wek esnafan kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin. ‘JI BER DIBISTANÊ REWŞA ME DI TALÛKEYÊ DE YE' Esnafê bi navê Suleyman Ay ê ku 20 sal in li heman cihî esnafiyê dike jî, dest nîşan kir ku beriya zirara wan a madî ew ketine ew ketine etra canê xwe û wiha got: “Ev ne teqînek û ne du teqîn e. Ji çend mehan carek bombe diteqin. Em wek gelê taxê dixwazin ku ev dibistan ji vir bê rakirin. Bila guh bidin daxwaza gel. Em zirareke mezin dibînin. Rewşek me ya ku em ê dikana xwe ji vir bibin jî nîne.” ‘BILA DEMILDEST DIBISTANA POLÎSAN RAKIN’ Esnafê bi navê Burhan Aslan ê ku 22 sal in li Taxa Mevlana Halîtê esnaftiyê dike jî bi lêv kir ku, êdî dema rakirina vê dibistanê hatiye û got, daxwaza wan ew e ku demildest vê dibistanê ji vir rakin. Aslan da zanîn ku, her cara ew zirarê dibînin jî ziyana wan nayê telafîkirin û got, ew her carê rastî ziyaneke mezin tên. ‘JI BER POLÎTÎKAYÊN ŞER EM ZIRARÊ DIBÎNIN’ Xwediyê qehwexanê Mehmet Nezîr Oguz jî bi bîr xist ku, kesên şerxwaz welatê wan kirine dojeh û got, êdî ew nikarin tehamulî êşê bikin. Oguz aşkere kir ku, ji ber polîtîkayên şer ên hikûmetê ewlehiya canê wan nemaye û got, ev zirara wan hemû encama siyaseta qirêj e. Oguz anî ziman ku, her carê ew bi awayekî zêde zirarê dibînin û got, ew dixwazin dibistana polîsan ji vir bê rakirin û li şûna wê kargeh an jî nexweşxane bê çêkirin.