Ji Sariyildiz û Birlik bang: Bila gelê Botanê vîna xwe nîşan bide 2017-04-13 10:07:44 ŞIRNEX - Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Faysal Sariyildiz û Leyla Birlik bangî gelê Botanê kirin ku roja 16'ê nîsanê biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin. Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Leyla Birlik û Faysal Sariyildiz ji bo referandûma 16'ê nîsanê pêk were bang li gelê Şirnexê yê ku ji ber hilweşandina xaniyên xwe ji neçarî koçberi gund, bajarok, navçe û bajarên derdorê bûne kirin û xwestin gelê Botanê di roja referandûmê de xwedî li vîna xwe derkeve. Parlementer Leyla Birlik, da zanîn ku rêxistina HDP'ê ji bo ku roja referandûmê gel bikêşin ser sindoqan wesayît amade kirine û wiha got: "Ez bawer im ku gelê Şirnexêwê bersiva polîtîqayên 2 sal in li ser gelê Botanê tê meşandin bide. Roja hilbijartinê parlementera me Aycan Îrmez wê li xeta Şirnex, Qileban û Elkê be. Her wiha ez jî dê li Cizîr, Silopiya û Hezex bim. Tê zanîn li Şirnex koçberiyek mezin hat jiyîn. Gelek welatiyên me niha li gund, bajarok û navçeyên derdorê dijîn. Roja 16'ê nîsanê li ber avahiyên me yên HDP'ê wesayîtên ku rêxistinên me amade kirine wê hazir bin. Welatiyên me him roja referandûmê, him jî beriya wê dikarin werin rêxistinên me yên HDP'ê û ji bo dengê xwe bikar bînin biçin Şirnex." GELÊ ŞIRNEXÊ WÊ SIBEHA 17'Ê NÎSANÊ BERSIVEK XURT BIDE AKP'Ê Birlik, diyar kir ku gelê Botanê wê ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe 16'ê nîsanê biçin ser sindoqan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em vê yekê dizanin û baweriya xwe bi gelê Şirnex tînin. Gelê Şirnex wê ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe, ji bo hevserokên xwe yên girtî di 16'ê nîsanê de biçin ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin. Gelê Botanê ji dîrokê de berxwedêr e û di xebatên me yên referandûmê de ev yek derket holê. Em bang li hemû gelê xwe dikin roja 16'ê nîsanê biçin ser sindoqan û sibeha 17'ê nîsanê bersivek xurt bidin AKP'ê û polîtîqayên wê." BILA GELÊ BOTANÊ BERPIRSYARIYA XWE BIZANE Û BIÇE SER SIDOQAN Parlementer Faysal Sariyildiz jî, anî ziman ku gelê Botanê ji dîrokê heya niha serê xwe li ber zilimkaran netewandiye ji ber vê yekê her tim rastî êrîşên giran hatiye û Sariyildiz wiha got: "Gelê Botanê ji dîrokê heya niha tu dem serê xwe li ber zilimkaran netewnadiye û ji ber vê yekê her tim rastî êrîşên giran hatiye. Di 2 salên dawî de bi sedan zarokên Botanê hatin qetilkirin û bi hovîtî hatin şewitandin. Her wiha bajarên Botanê hatin hilweşandin. Ji ber van êrîşan û hilweşandina malên gel gelek welatiyên me ji neçarî koçber kirine. Lê çi dibe bila bibe divê gelê me li gor pêvajoyê berpirsyariya xwe bizane û li ku derê be di 16'ê nîsanê de biçe ser sindoqên xwe." JI BO KU EV ŞER WERE RAWESTANDIN BILA GELÊ ŞIRNEX BIÇE SER SINDOQAN Sariyildiz, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Şirnexê yê ji neçarî koçber bûye kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Welatiyên ku koçber bûne li kîjan bajarî bin bila biçin avahiyên HDP'ê û bi vî awayî biçe bajarê xwe û dengê xwe bikar bîne. Gelê me di vê referandûmê de dikare pê dengekî, "Na" pêşiya vî şerî û kuştinan bigire. Lê ger em pêşiya van negirin ev şer wê gurtir bibe. Divê gelê me van polîtîqayên AKP'ê baş fêm bike. Ez ji vir bangî hemû gelê Botanê dikim ku di 16'ê nîsanê de biçin ser sindoqan û li vîna xwe xwedî derkeve."