Raportorê NY'ê: Erê derkeve Serokomar dê bi serê xwe OHAL'ê dirêj bike 2017-04-13 13:07:19 CENEVRE - Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbîyî, berî referanduma 16'ê Nîsanê fikara xwe ya der barê "Erê" de anî ziman û diyar kir ku ger "Erê" bi ser bikeve dê Serokomar bi tena serê xwe karibe OHAL'ê îlan bike. Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan û Xizaniya Zêde ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Philip Alston, Raportorê Taybet Azadiya Îfadeyê û Fikrê David Kaye, Raportorê Taybet ê Azadiya Rêxistinbûna Aştiyane Maina Kiai û Raportorê Taybet ê Mafê Boly Barry, berî referanduma li Tirkiye pêk bê bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê. Raportorên taybet bi daxuyaniyek nivîskî bal kişandin ser îhhalên mafên mirovan û diyar kirin ku bi îlana OHAL'ê re mafê perwerdehiyê û xebatê hatiye îhlalkirin û bi hezaran mirov ji ber OHAL'ê mexdûr bûne û wiha cih dan daxuyaniyê. "Bi OHAL'ê re 134 hezar karmend bêyî pêvajoya hiqûqê ji kar hatin avêtin. Tirkiye bi vî rengî peymanên mafên mirovan ku îmze kirine îhlal kirine. Tirkiye di pêvajoya OHAL'ê de dikare hinekî di qada aborî, civakî û çandî de hin eyarê bijdînê, lê pîvanek vê yekê heye. Lê divê ev yek karê bi hezaran kesan ji destê wan negire. Divê li hemberî vê yekê jî gavên parastina mafên wan pêş bixe. Nêzî hezar dibistan û 15 zanîngeh hatin girtin. Nêzî 10 hezar endamên Egîtîm Senê ji peywirê hatin girtin. Nêzî 200 saziyên medya hatin girtin. Bi hezaran rojnameger ji karê xwe bûn. Wekî berê qada niqaşên azadiya ramanê nemaye. Kes nikare azad niqaş bike û rexne bike. Beriya referandumê azadiya ramanê û azadiya îfadeyê nemaye. Bi vê referanduma Serokomariyê erkek mezin dide Serokomar. Ger ku piştî 16'ê Nîsanê ev pergal bê qebûl kirin, dê Serokomar karibe bi serê xwe OHAL'ê ilan bike. Dema em li pêkanînên piştî Tîrmeha 2016'an dinerin em dibînin hêza tê bikar anîn bi awayekî keyfî tê meşandin. Ger ku piştî di referandumê de bê erêkirin dê pirsgirêkên çandî, civakî û aborî mezintir bibin. Ruştu Demirkaya - dîhaber