Ji DBP û HDP’ê bang: Em di 15'ê Nîsanê ne li qada mîtîngê bin 2017-04-13 13:38:25 AMED - Rêxistina HDP û DBP'ê di 15'ê Nîsanê de li qada Îstasyonê mîtînga fînalê ya ferandumê pêk tînin. Rêveberên DBP'ê û HDP’ê bang li gelê Amedê kir û xwest di 15'ê Nîsanê de li Qada Îstasyonê beşdarî mîtîngêbibin û ji 15'ê Nîsanê de encama referandumê diyar bikin. Rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên Rêxistinên Amedê beriya mîtînga referandumê ya 15'ê nîsanê li qada 5 Haziranê (Qada Îstasyonê) pêk bê, li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, Endamê MYK'ê yê HDP'ê Omer Onen, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulşen Ozer û Hevserokên DBP'ê yên Amedê Zekî Baran amade bûn. Di civînêde Hevseroka HDP'ê ya Amedê û endama Komîteya Amadekar a Mîtîngê Gulşen Ozer, diyar kir ku di şertên OHAL'ê de xebatên referandumê dimeşîne û wiha got: Ozer, anî ziman ku coşa 8'ê Adarê û Newrozê di qada mîtîngê de jî nîşan bidin. Ozer, bang li gelê Amedê kir û ku di 15'ê Nîsanê de biherikin qada Mîtîngê ya Îstasyonê û encama referandumê li Amedê diyar bikin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Zekî Baran jî anî ziman ku tevî endam û rêveberên wan ên HDP û DBP’ê di bin şertên OHAL'ê de xebatên referandumê meşandin û wiha got: "Partiyên me kampanyayên referandumê meşand û gel li kampanya xwedî derekt. Hevalên me bi rojan di bin çavan de hatin girtin. Gelek ji wan hatin girtin. Me di pêşengiya gelê xwe de û tevî gelê xwe xebatên referandumê meşand. Lê AKP'ê li ser referandumê siyaset meşand. Bi zext û zilmê polîtika pêş xist. Bi hevkariya Walî, Qeymeqam û polîsan xebatên referandumê meşandin." Baran, da zanîn ku Serokomar bi xwe xebatên "Erê" yên referandumê meşand û wiha got: "Divê kurd biçin ser sindoqan û dengê 'Na' bavêjin sindoqê. Ji bo kurd neçin ser sindoqê parazvanên sindoqan binçav dikin. Berpirsiyarên sindoqan binçav dikin. Li gel hemû astengî, hîle û lîstikan em bawer dikin ku dê dîsa "Na" derkeve. Dibe ku zor û zahmet be. Lê emcama wê dê muhteşem be." Parlamentera HDPê Feleknas Uca jî anî ziman ku walî, qeymeqam, polîs û hemû rayedarên dewletê ji bo "Erê" dixebitin û li ser gel û eniya "Na" zextan zêde dikin. Uca, bang li her kesî kir ku di 16'ê nîsanê de biçin ser sindoqan û li dijî hemû van zext û zordariyan bêjin "Na". Uca, bang li gelê Amedê kir ku di 15'ê nîsanê de li Qada Îstasyonê bi coşa 8'ê Adarê ruhê Newrozê biherikin qada mîtîngê û helwesta xwe nîşan bidin. Endamê MYK'ê yê HDP'ê Omer Onen jî bang li gelê Amedê kir ku li dijî hemû zext û zordariyên li ser gelê kurd û vîna gel tê meşandin bi ruhê Newrozê di 15'ê nîsanêde biçin qada Îstasyonê û beşdarî mîtîngê bibin.