Yuksekdag: Ez li ser navê 6 mîlyon însanî daxivim 2017-04-13 15:21:45 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di rûniştina dozê de, bertek nîşanî helwesta heyeta dadgehê da û got: "Bi girtina min vîna gel tê desteserkirin. Ez li vê derê li ser navê 6 mîlyon mirovî daxivim.” Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Doz, ji ber hevpeyvînek bi çapemeniya Elman re kiribû, bi îdîaya “propaganda rêxistinê” li Fîgenê hate vekirin. Beriya destpêkirina dozê, 2 parlamenterên ji Parlamenta Swêdê, bi hinceta ku wêne kişandine ji salonê hatin derxistin. Heyetên ji Partiya Komunîst a Fransayê, Komeleya Dostaniya Fransa-Kurd, Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, PES, Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û Konferansa Jinê ya Cîhanê, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, endamên Meclîsa Jinê, nûnerên Meclîsa Azadiyê ya Jinan û gelek rêxistinên jinan, ji bo şopandina dozê, li salonê amade bûn. Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye, bi rêya sîstema deng û dîmen(SEGBÎS) tevlî rûniştina dozê bû. Fîgen di destpêka axaftina xwe de her kesên li salonê silav kir û dest bi parastina xwe kir. Yuksekdag, bal kişand ser betalkirina wekîltiya xwe û got: “Dema ku min wezîfeya hevserokatiya Giştî û wekîltî dikir, wekîltiya min û wezîfeya min a li nava partiyê hate betalkirin. Ev yek binpêkirina destûra bingehîn e. Ev darizandin û darizandinên din jî binpêkirina destûra bingehîn e. Li kîjan devera cîhanê, hevseroka sêyemîn mezintirîn partiya li welêt hatiye girtin? Dema ku mirov li mînakên vê yên li cîhanê dinêrin, dibînin ku rewşeke bi vî rengî tenê di nava dîktatoriyê de rû daye. Di gorî dîtina min divê darizandin bê rawestandin û navber were dayîn.” Fîgen Yuksekdag, diyar kir ku gel ev biryara li dijî wê hatiye dayîn nas nake û wiha dewam kir: “Vîna hilbijêran di ser her tiştî re ye. Rayedarên hikûmetê timî qala vîna gel dike. Lê vîna hilbijêrên me weke vîna gel nayê dîtin! Ev yek desteserkirina vîna gel e. Kes nikare mafê me yê axaftinê ji destê me bigire. Ev yek binpêkirina maf e. Ti gotineke me nîne ku nikaribin li pêşberî dadgeriyê, gel û welatiyan hesabê wê nedin.” Yuksekdag destnîşan kir ku dadgerî veguheriye amûreke zextê û got: “Mînakên bi vî rengî di nava demokrasiyê de nayên dîtin. Ez îro li vê derê weke siyasetmedarek têm darizandin. Mafê siyasetmedarek heye ku baxive. Lê belê ev yek li Tirkiyeyê ne pêkan e.” Yuksekdag, di berdewamiyê de ev tişt got: “Eger li welatekî, bi mîlyonan mirov weke ‘terorîst’ tên sûcdarkirin, hingî li wê derê pirsgirêka rêveberiyê heye. Dadger li ser vê gotinê ji Fîgenê re got: “Ev der ne qada mîtîngê ye” û parastina wê birî. Piştî vê mudaxleya dadger Fîgenê wiha dewam kir: “Ez ne mirovek ji rêzê me. Ez Hevseroka partiya sêyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê me. Ez li vê derê li ser navê 6 mîlyon însanî daxivim. Ji ber vê yekê, hûn li vê derê mirovek ji rêzê mehkem nakin.” Yuksekdag, anî ziman ku, ev darizandin darizandineke xweranegirtinê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ez dibînim ku li vê derê, xweranegirtin li gotinên min hene. Min ev gotin, tenê di hevpeyvîneke bi rojnameyekê de negot. Ev yek ji bo Tirkiyeyê rewşeke trajîkomîk e. Min ev gotinên xwe li meclîsê jî anî ziman. Bila ew jî werin darizandin.” ‘Dengê Na wê bi ser bikeve’ Fîgenê bal kişand ser referandûma li ser destûra bingehîn were kirin û destnîşan kir ku ew ji dil bawer dike, wê dengê ‘NA’ bi ser bikeve û her kes careke din silav kir. Piştî axaftina Fîgenê û parêzer, heyeta dadgehê rûniştin dozê taloqî 6’ê Hezîrana 2017’an kir. Kesên beşdarî rûniştina dozê bûn, di dawiya rûniştinê de ji Fîgenê re silavê xwe şandin û jê re gotin “Em ji te hez dikin.” Beşdaran dirûşma “Hevserok Fîgen, rûmeta me ye” berzkirin. Heyeta ku beşdari rûniştina dozê bûn jî pişti rûniştinê daxuyanî dan. Parlamenterên ji Parlamenta Swêdê, Partiya Komunîst a Fransayê, Komeleya Dostaniya Fransa-Kurd, Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, PES, Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û Konferansa Jinê ya Cîhanê, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, endamên Meclîsa Jinê, nûnerên Meclîsa Azadiyê ya Jinan û gelek rêxistinên jinan, diyar kirin kirin ku ew piştgiriyê didin Yuksekdag. Endamên heyetê diyar kirin ku ew alîgirê mafên demokratîk ên gelan in. Jinan anîn ziman ku weki partiyên sosyalîst ên ewropa piştgiriyê didin Yuksekdag. Piştî axaftinan jinan siloganên “Figen Yuksekdag rûmeta me ye" berz kirin.