6 girtiyan li Muglayê dest bi grevê kirin 2017-04-13 15:29:25 MUGLA - Li Girtîgeha Mugla 6 girtiyên siyasî diyar kirin ku 11 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. 6 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mugla, diyar kirin ku li dijî zext û zordariyên li ser girtiyan tên meşandin û ji bo daxwazên tevahiyên girtîgehan 11 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Girtiyan bi riya parezerên xwe agahî dan. Parêzerên girtiyan Gunfer Karadeniz, diyar kirin ku girtî rastî zordariya lêgerîna tazî tên, li ser piyan tên jimartin û hevditinên wan hatine qedexekirin. Prz. anî ziman ku rayedarên girtîgehê strana "Ölürüm Türkiyem" bi wan dide guhdarkirin Prz. anî ziman ku girtî ji 2'ê Nisanê de di greva birçîbûnê dene. Girtiyan diyar kirine ku heta daxwaza wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin.