Ji bijîşk û hiqûqnasan daxuyanî: Vîtamîna B1 bidin girtiyan 2017-04-13 16:05:37 ENQERE - Tabîban û hiqûqnasan, bi armanca balê bikşînin ser çalakiyên greva birçîbûnê daxuyanî dan û xwestin vîtamîna B1 ji ser girtiyan kêm nekin. Tabîb û hiqûqnasan bang li wezareta dadê jî kirin û xwest daxwazên girtiyan pêk bînin. Odeya Tabîban a Enqereyê, (ATO) Komîsyona Mafên Mirovan a SES'ê, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, (OHP) û Nûnerên Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re, der bare çalakiya girtiyên siyasî ya ku di roja 58'an de berdewam dike daxuyanî dan. Tabib û hiqûqnasan li salona Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê saziyan Endamê Şaxa ÎHD'ê yê Enqereyê Nuray Çevirmen, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de, li Şakranê di roja 58'an de berdewam dike. Li Girtîgeha Jinan a Sincanê di roja 50’an de berdewam dike. Di rojên pişti vê demê de grev ji bo girtiyan pir krîtîk e. Li gorî çavdêriyên parêzer û malbatan tansiyonê girtiyan pîr zêde dibe û dadikeve û girtiyan pir kîlo winda kirine. Dîsa hevsengiya xwe winda dikin." Çevîrmen bal kişand ser tedbîrên ku bên girtin û wiha got: Divê heyeta pispor a serbixwe biçe bi girtiyan re hevditin bike û girtiyan kontrol bike. Divê dema di çalakiye de be bi zorê xwarin nedin girtiyan. Piştî hat asta ku nikaribe biryara xwe bide jî divê têkildarî detawiya wî vasiyetnameya wî mudaxale neyê kirin. Ji bo kesên di çalakiyê de rê li pêş geşedanên xerab ên tenduristiyê bên girtin, divê şekir, xwê, av û vîtamîna B1 ji ser wan neyê kêm kirin. Divê heyeta serbixwe ya hiqûq û tabîban biçe li girtîgehê lêkolîn bike û bi girtiyan re têkeve dan û stendinê." Seroka komîsyona maffên Merovan a ATO Aysel Yukler, jî anî ziman ku armanca hekîman ewe ku halê baş di asta heri baş de pêş bixin e. Hekîm bi peymana navneteweyî ve girêdayî ne. Kesên dikevin gervê armanca wan ewe ku mafê xwe yê tê binpêkirin bi dest bixin e. Dema gihişt mafê xwe jî divê hindik hindik li gorî pîvanên tenduristiye xwarin bê dayîn. Yukler, xwest teqez pêdiviyên girtiyan ên vîtamîna B1 bê dayîn û ew ji vî mafê wan neyê mahrimukirin.