Li Enqere û Edeneyê 6 kes hatin girtin 2017-04-13 17:31:27 ENQERE/EDENE - Li Enqereyê, 5 kesên di 11'ê Nîsanê de di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Li Enqereyê, 5 kesên di 11'ê Nîsanê de di serdegirtina malan de ji aliyê polîsên TEM'ê ve hatin binçavkirin, hatin girtin. Navê kesên ji aliyê 6'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Enqereyê ve bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin ev in: Vezir Coşkun Parlak, Sinem Işik, Musa Bakan, Fahri Yalçin û Murat Doksoz. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Sîncanê. LI EDENEYÊ JÎ JINEK HAT GIRTIN Li Edeneyê, jina bi navê Ş.T. a di 8'ê Nîsanê de di mîtînga HDP'ê de hatibû binçavkirin, îro piştî karên îfadedayînê yên li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgerî parvekirinên civaka medyayî yên Ş.T. wek hincet nîşan dan û bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê", Ş.T.'yî sewqî dadweriya lêpirsînê kir. Dadweriyê biryara girtina Ş.T.'yî da û ew şandin girtîgehê.