Colemêrgiyan guh nedan baranê û 'Na'yê qêriyan 2017-04-13 17:52:59 COLEMÊRG - Li Colemêrgê, li gel baraneke dijwar jî bi hezaran welatî tevlî mîtînga "Na"yê bûn. Li Colemêrgê, bi pêşengiya HDP û DBP'ê li xeraca şaredariyê mîtînga "Na"yê hat lidarxistin. Li bajêr, ji serê sibehê ve baranê dest pê kir û her çû dijwar bû. Li gel baranê jî bi hezaran welatî ji tax û gundan herikîn qada mîtîngê û li ber stranan govend gerandin. Li qadê bi gelek zimanan flamayên ku "Na" li ser nivîsandî hatin daliqandin. Di mîtîngê de pêşî Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan axivî û pêşî silavên parlementerên girtî ragihand girseyê. 'EM Ê JI BO MIROVAHIYÊ Û AŞTIYÊ BIBÊJIN 'NA'' Ocalan wiha got: “Em ê ji bo welatê xwe û mirovahiyê, ji bo aştî û biratiyê, ji bo aramiya welat, ji bo rêgirtina le ber polîtîkayên qirêj em dibêjin 'Na'." ‘LI SERÊ HER NETEWEYEKÊ FIREWNEK BÛYE BELA' Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir jî bi kurdî û tirkî axivî. Baydemir balê kişand ser neyîniyên rêveberiya yekzilamî û wiha axivî: "Di her serdemê de li serê her neteweyekê Firewnek, Nemrûdek, Seddamek bûye bela. Lê belê ev bend tim û tim ji aliyê gel ve hatine rûxandin." Baydemir wiha domand: "Bila li vê lehî û hezkirina mirovan binihêrin û fedî bikin. Di bin vê baranê de ya ku ev gel aniye gel hev ne berjewendî ne. Ev gel doza aştiyeke birûmet dike. Hey Enqere, tu ji bo xwe çi dixwazî, ev gel jî wê dixwaze. Ev gel zimanê xwe, nasnameya xwe û jiyaneke wekhev dixwaze. Di dilê me de dozeke mafdar heye. Me pêşî pişta xwe spartiye Xwedê û paşê jî vî gelî. Bi îzn û quweta Xwedê em ê bi ser kevin." ‘ÜLKE YARI AÇIK CEZAEVİ GİBİ’ Baydemir, diyar kir ku welat veguherandine girtîgeheke nîvvekirî û wiha axivî: "Hevserokên me, parlementerên me, hevşaredarên me di nava çar dîwaran de ne. Vî welatî veguherandine girtîgeheke nîvvekirî. We ji bo berjewendiyên xwe ev gel qetil kir. Hey hikûmet, hûn di nav çar dîwarên faşîzmê de ne." Piştî axaftinan mîtîng bi konserta hunermend Îbrahîm Rojhilat bi dawî bû.