Rêveberê HDP'î Ovenç, di dema xebatên 'Na'yê de jiyana xwe ji dest da 2017-04-13 19:06:36 STENBOL- Rêveberê HDP'a Bagcilarê Fikret Ovenç, di dema birêvebirina xebatên "Na"yê de qeyrana dilî derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Rêveberê HDP'a Bagcilarê Fikret Ovenç (50), di dema birêvebirina xebatên "Na"yê de qeyrana dilî derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Di çarçoveya xebatan de dema li konê "Na"yê yê li Qada Bagcilarê govend digerand, qeyrana dilî derbas kir. Hevalên wî yên partiyê ewilî mudaxileyî Ovenç kirin. Piştî mudaxileya ewilîn, Ovenç rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Bagcilarê. Lê li gel hemû mudaxileyan jî Ovenç jiyana xwe ji dest da. Dê nimêja cenazeyê Ovenç li Mizgefta Weysil Qeranî bê edakirin û dê piştî nimêjêbê definkirin.